Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Me ji bo jiyaneke azad dest bi çalakiyê kir’

Mesût Atiş ku li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Kandirayê 85 roj in di greva birçîbûnê de ye got ku ew ne ji bo mirinê ji bo jiyaneke azad dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 123’yan de didome. Piştî Guven, li 66 girtîgehan jî 331 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û niha çalakiya wan di roja 85’an de didome. Her wiha di 1’ê Adarê de jî çalakiya greva birçîbûnê li tevahî girtîgehan belav bû.

Yek ji van girtiyan jî Mesût Atiş e ku li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Kandirayê 85 roj in di greva birçîbûnê de ye. Nivîskar û wergêr Emîn Gurban ku li cem Mesût Atiş dimîne, hevpeyvînek bi Atiş re çêkir û bi rêya parêzeran re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand.

Atiş ji bo tenduristiya xwe diyar kir ku serêşî, şewata çavan hwd. lê peyda bûye, lê belê ji ber hêz û coşa çalakiyê ew li ser pêyaye.

Di axaftina xwe de Atiş da zanîn ku ji ber li ber wan tu rê nemaye wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û wiha domand: “Ne tiştekî hêsan e ku mirov bedena xwe bide ber birçîbûnê û mirinê. Lê dema mesele rûmet û azadî be, ev jênerev e. Wisa bawer dikim ku ji me kî biryareke wisa dide, moraleke xurt lê peyda dibe. Me bi vîneke azad û berpirisyariya wijdanî ev biryar girt. Çalakiyên wekî greva birçîbûnê, jixwe bi vîneke azad re girêdayî ne. Helbet ev ne tercîhek e, çalakiyeke siyasî ye ku ji mecbûrî mirov serî lê dide. Wexta rûmet û azadî tune be, bi awayekî biyolojîk hebûna mirov bêwate ye. Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest bi vê çalakiyê kir. Lê ger bedêla jiyaneke azad û birûmet mirin be, em razîne wê bedêlê bidin. Ne ez û ne jî hevalên min em ji vê yekê narevin. Ji bo tiştekî wiha neqewime divê wijdanê mirovahiyê tev bigere û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.”

Çalakî deng vedan lê hîn nehatiye asteke baş

Atiş destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberî Ocalan nêzîkatiya li hemberî gelê kurd e û wiha domand: “Ger tecrîd bê şikandin, ev tê wateya şikandina faşîzmê jî. Paradîgmaya birêz Ocalan niha li Rojhilata Navîn bûye esasgirtina hemû nirxan û ji bo vê bûye zemîn. Krîza li Rojhilata Navîn, ancax bi paradîgmaya birêz Ocalan dikare çareser bibe. Ji ber vê ye ku kurd û gelên Rojhilata Navîn Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dikin.”

Di berdewamê de Atiş diyar kir ku çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir deng vedaye û ji çar hawirdorê cîhanê ve gel piştgiriyê didin çalakiyê û wiha pêde çû: “Helbet ev cihê moral û motîvasyonê ye, lê belê hîn jî nehatiye asteke baş. Çawa ku gelê me di 15’ê Sibata 1999’an de li çar hawirdorê Kurdistanê, li dijî komployê rabû ser pêyan û bi awayekî hişmet li ber xwe da, niha jî bawer dikim ku dê rabe ser pêyan.”

Çavkaniya herî mezin Ocalan e

Atiş destnîşan kir ku 85 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Çavkaniya me ya herî mezin û xurt efsûniya felsefeya Ocalan û berxwedana wî ya bêhempa a li Îmraliyê ye. Birêz Ocalan got ‘An jiyaneke azad an jî qet’. Jixwe kesayetya kurd a azad ku Ocalan afirand jî ev fikr bixwe ye. Helbet weke jinekê pêşengiya hevrê Leyla moral û hêzeke mezin li me peyda kir.”

‘Em bibin xelekek ji agir’

Atiş anî ziman ku gel niha dem bi dem li dijî faşîzmê li qadan, kuçe û zindanan li ber xwe dide, lê belê ev çalakiyên piştgiriyê ne pir xurt in.

Her wiha Atiş bal kişand ser komploya 15’ê Sibatê û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me tu carî ev komplo qebûl nekir. Wisa bawer dikim ku dê ji niha û pê ve jî qebûl neke. Bi vê munasebetê bang li herkesî dikim; Em careke din li dor Ocalan bibin xelekek ji agir. Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar