Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Me ji heyvê kevirê xwe aniye

Beriya bi 42 salan Apollo 14 bi 3 astronotan berê xwe da heyvê. Di nav kevirên ji heyvê de ev ê xuya dike jî yek ji kevirên astronotên Apollo14´ê bû. Lê gelekî muhtemel e ku ev kevir ne tenê ji heyvê be.

Dibe ku astronotên Apolloyê parçeyek ji dinyaya me li ser heyvê dîtibin. Di vî wêneyî de ev kevirê hanê yek ji wan keviran e ku ji heyvê astronotan aniye. Hasilî, beriya bi 42 salan Apollo 14 bi 3 astronotan berê xwe da heyvê. Di nava kevirên ji heyvê de evê xuya dike jî yek ji kevirên astronoton Apollo14´ê bû. Lê gelekî muhtemel e ku ev kevir ne tenê ji heyvê be. We meraqa kiribe, em hinekî din bi meseleyê vekin. Li ser vî kevirî hinek granît heye. Ha ev granît jî gelekî muhtemel e ku ji dinyayê çûbe heyvê. Bi her halî ne malê heyvê ye. Heger wisa jî be ew yek ji kevintirîn kevirên diyayê ye ku li ber destê me ye.

Zinarên li fezayê gelek caran li heyv dane û parçeyên kevir û zinaran jî weke meteroîd ketine ser rûyê erda dinyaya me. Û em pê dizanin ku zinarên mezin ji fezayê li bin guhê dinyaya me ketine û gelekî muhtemel e ku wan zinaran parçeyên ji dinyaya me qutkirin û ber bi fezayê ve avêtibin. Ha hinek ji wan jî çûbin û li heyva me ketibin.

Krîstalan li kevirê me eşkere kir

Helbet em vê ji ber xwe çênakin, zanyarê li Southwest Research Institute a li Coloradoyê, William Bottke van gotinan dike. Li gorî lêkolîna li Înstîtuyê li ser krîstalên zîrkonê yên di granîtê de hat kirin, derkete holê ku ev krîstal li hawîrdoreke têr oksîjen çêbûne û ne li cihekê kêm oksîjen ê weke heyvê. Wekî din, ew li gorî heyvê li mekanekî pêkhatine ku zexta wê gelekî zêdetir e û sartir e.

Ji Muzeya Dîroka Xwezayî ya Swêdê, Jeremy Bellucci dibêje: “Heger ev kevir li heyvê pêk hatiye, divê 167 kîlometreyan di binê erdê de çêbûbe.” Li gorî wî ravekirina herî hêsan ew e ku ev kevir li dinyayê çêbûbe, lewma kevir di nava magmaya dinyayê de kêm û zêde wiha pêk tên. Ev hîpotez çiqasî nêzî aqilan jî be, hîna bi temamî nehatiye piştrastkirin. Lê dîsa jî ecêb e ku mirov biçin heyvê û ji wir kevirekî ku ji dinyayê çûbe heyvê bi xwe re bînin. FRANKFURT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar