Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Me ji îradeya xwe bawer kir’

Kemal Çelîk ku piştî 30 salan hat berdan wiha got: “Îradeya mirovan gelek xurt e. Me jî ji îradeya xwe bawer kir.” 

Kemal Çîçek (57) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Şakranê dihat ragirtin û 30 sal bûn girtî bû, di 4’ê tebaxê de ji ber nexweşiyên xwe yên tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê hat kirin. Çîçek, li vir emeliyat bû û ji ber ku duh roja tehliyeya wî bû, piştî kirariyan derbasî servîsa asayî hat kirin. Çelîk, di pêvajoya girtîgehê de emeliyatên fitqa piştê, katarak, fitqa stû, hemoroît û herî dawî jî prostatê bû. Ji 4’ê tebaxê heta niha jî li nexweşxaneyê ye û piştî kontrolên tenduristiyê, îro ji nexweşxaneyê derket.

Çelîk, di sala 1993’yan de li Sêrtê hat binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka di bin serweriya dewletê de parçe bike” cezayê muebbetê lê birî Çelîk, di 27 saliya xwe de kete hefsê û di 57 saliya xwe de derket. Çelîk, li pêşiya nexweşxaneyê ji hêla malbat, heval û endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê ve hate pêşwazîkirin.
Çelîk, li pêşiya nexweşxaneyê axivî û wiha got: “Gelek keyfxweş im ku ji girtîgehê derketim. Derketina ji girtîgehê bi tena serê xwe serkeftinek nîne. Ez ji hevalên xwe dûr ketim û ev yek min xemgîn dike. Lê baweriya min ew e ku hevalên me tevek dê azad bibin. Mirov zehmetiyê dikişîne ku hestên xwe yên li girtîgehê vebêje. Me gelek zehmetiyên mezin kişandin. Me gelek tişt bi hev re parve kir. Me serî netewand û bi şerefa xwe derketin. Ev yek ji bo me serkeftineke. Dê hevalên me yên li girtîgehê jî bi serbilindî ji wir derkevin.”
Bi domdarî Çelîk got ku ew her tim bihêvî bû û wiha pê de çû: “Em 30 sal in bi saya baweriya xwe di girtîgehê de man. Ez ketim greva birçîbûnê ya 100 rojan. Lê min digot qey li loqenteyan xwarinê dixwim. Lê ez niha du rojan birçî bimînim, nikarim xwe li ber bigirim. Îradeya mirovan pir mezin e. Me jî ji îradeya xwe bawer kir.”
Çelîk, piştî ji nexweşxaneyê derketî tevî malbata xwe ber bi Sêrtê ve kete rê.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar