Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Me kîta ku Covîd-19’ê di 30 saniyeyan de tespît bike dît’

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî xebatên wan ên ji bo vîrûsa koronayê li Qamişloyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ve hate xwendin.

Ciwan Mistefa got ku bi belavbûna vîrûsa koronayê re rewşa metirsiyê li tevahiya cîhanê zêde bûye û wiha domand: “Laboratuarên cîhanê bi lez hewl didin vîrûsê zû teşhîs bikin û dermanan jê re bibînin. Rêveberiya Xweser û tevahiya kadroyên wê tevî derfetên kêm û rewşên ku tê re derbas dibin jî, hewl da piştgiriya li hemberî vîrûsê bike ku gefên li tevahiya mirovahiyê dixwe. Piştî xebata hevpar û bênavber a Desteya Tenduristiyê û peymangeha PIS a Swêdê vedîtineke nû di laboratuarên xwe de dîtine. Bi rêya tîma xebata pispor û diyarkirî me karî gelek tecrube û lêkolînan bikin ku bi encamên pir baş pêk hatin. Her wiha dê ev encam piştevaniya dorpêç û serweriya li vîrûsa koronayê ya xeternak û kujer bike.”

Mistefa wiha bi dawî kir: “Em gihiştin tecrubeya ‘Kît’ a ku dikare nexweşên vîrûsa koronayê di 30 saniyeyan de teşhîs bike. Her wiha ev vedîtin berhema xebata hevkar a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser û peymangeha PIS a Swêdê ye. Heta niha tu kes negihîştiye vê ‘Kît’ a ku dikare nimûneyekê ji belxema kesên nexweş bibe û test bike. Ev vedîtin û kît encama dawîn a lêkolînên hevpar e û hevrikeyeke li ser asta tevahî cîhanê ye ku heta niha negihîştine vê encamê. Ev vedîtin li 3 nexweşxaneyên Wohan a Çînê hatin tecrubekirin, her wiha encamên wê ji sedî 80 heta 85 erênî bûn. Cudahiya vê tecrubeyê ew e ku dikare bertekên ku di xwîna spî (spîgilorik) ya di laşê mirov de ber bi tiştekî biyanî de dilive, binase, her wiha tê de tu madeyên kîmyewî yên zirarê bigihînin mirov tune ne û tu zirarê nagihîne hewayê jî, bi wateyeke din ewle ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar