Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Me pir bêriya Rêber Apo kiriye”

Xwişk û birayê Rêber Apo, Mehmet û Fatma Ocalan ji bo rakirina tecrîdê banga beşdariya "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê ve li her kesî kirin û wiha axivîn: “Pirsgirêka herî mezin a li vê herêmê pirsgrêka kurd ê û mifteya çareseriyê jî di destê Serok de ye.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Grava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û ev 33 meh in tu agahî ji wan nayê girtin. Agahî negirtina ji Grava Îmraliyê fikarên malbat û gel jî hê zêdetir dike. Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo pirsgirêka kurd li benda çareseriyê ye û ev yek jî dibe sedema aloziyên civakî. Ji bo bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo li Kurdistan û dervayî welêt cur bi cur çalakî tên lidarxistin. Bi daxwaza rakirina tecrîde û azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve dê “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Xwişk û birayê Rêber Apo, Mehmet û Fatma Ocalan bal kişandin ser girîngiya meşê û ji bo beşdariya meşê bang li her kesî kirin.

Mehmet Ocalan bi lêv kir ku ew ji ber rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in û wiha got: ” Nezî 33 meh in tu agahî ji Serok tune ye. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin bi girtiyên li Girava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Heke li dewletekê hiqûq li gorî kesan cuda bê xebitandin, ev yek ji bo hemû kesên li welatî dijîn xetere ye. Bendewariya me ji dewletê nîne em dibêjin ku bila hiqûqa xwe pêk bînin. Heke rêzdariya wan ji hiqûqa wan re hebe divê mafê hevdîtinê ya malbatan pêk were. Em weke malbat pir bi fikar in. Haya kesî ji Girava Îmraliyê tune ye.”

‘Serok, kurdên li ber tunebûnê carek din xist tevgerê’

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê kurd bertekên xurt nîşan bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “50 sal berê ji ber ku kurd tune hatibûn hesibandin kurdan xwe weke kurd pênase nedikirin. Tirkî nedizanîn lê ji xwe re digotin em tirk in. Lê bi saya têkoşîna tevgera kurd, kurd îro dizanin ku ew kurd in. Serok, kurdên li ber tunebûnê carek din xist tevgerê. Divê kurd ji vê yekê re rêzê bigrin û xwedî derkevin. Divê hemû kurd jî li dijî vê tecrîdê bertekên xwe nîşan bide. Heke em vê yekê nekin wê dîrok hesab ji me bixwaze. Serok ji bo berjewendiya xwe tiştek nekir. Çi kir ji bo gel kir. Divê kurd jî bi wîjdanî tevbigerin.”

Di berdewamiya xwe de Mehmet Ocalan anî ziman ku bingeha hemû aloziyên civakî neçareserkirina pirsgirêka kurd e û bi wê ve giredayî tecrîda li ser Rêber Apo ye. Ocalan axaftina xwe wiha domand: “Heta tecrîda li ser Serok berdewam bike û pirsgirêka kurd nayê çareserkirin demokrasî jî nayê vî welatî. Heke rêya Îmraliyê venebe tu pirsgirêk çareser nabin. Hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê siyasî vê krîz wê bi dawî nebin. Pirsgirêka herî mezin a li vê herêmê pirsgrêka kurd ê û mifteya çareseriyê jî di destê Serok de ye. Ev pirsgirêk bandoreke mezin li ser civakê dike. Bi her awayî xitimandinek heye. Gel ji ber krîza aborî nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ev yek jî bi Girava Îmraliyê ve girêdayî ye.”

Ji bo demokrasî û azadî bê vî welatî tev li Meşa Gemlîkê bibin

Mehmet Ocalan bal kişand ser çalakiya “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve û ji bo tevlibûna meşê ev bang li gel kir: “Di 18’ê mijdarê de çalakiya meşa Gemlîkê wê bê lidarxistin, divê hemû kes ji bo xwe tev li vê çalakiyê bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, aştî û bidawîkirina tecrîda li ser Serok rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û rojnamegeran daxuyanî dan û ev daxuyanî pir watedar in. Hemû kes bi gotin û bertekên xwe divê vê yekê bikin. Banga me ji bo kurd, ereb, tirk, rewşenbîr û hemû kesan ev e ku bila dest bidin ser wijdanê xwe û ji bo demokrasî û azadî bê vî welatî tev li Meşa Gemlîkê bibin. Li Kurdistan û Tirkiye, ji bo rêya Îmraliyê vebibe em berê xwe bidin çalakiya meşa Gemlîkê. Ji bo siberoja zarokên xwe divê em vê yekê bikin.”

Xwîşka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan jî da zanîn ku wê herî dawî 8 sal berê kekê xwe Abdullah Ocalan dîtiyê û wiha got: ” Tu agahî jê tune ye. Em nizanin heye an tune ye. Em dixwazin agahiyê ji birayê xwe bigirin. Lê dewlet bi tecrîdê hevdîtina me asteng dike. Min pir bêriya wî kiriyê. Êdî bes e. Em dixwazin agahiyeke ji birayê xwe bigirin. Divê hemû kes tev li vê meşe bibin ku ev tecrîd bê rakirin da ku em bikaribin agahiyekê bigrin. Bila xwedî li Serok derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar