Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Me şahidiya dîrokê kir’

Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn ku di pêvajoya greva birçîbûnê de ji Leyla Guven re refakatî kir, got ku di pêvajoyê de hem pir bi bandor bûye hem jî hêz girtiye û diyar kir ku wan şahiya hevdîtina dîrokê û roja îro kirine

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, 200 roj şûnde li ser banga ji Îmraliyê bidawî bû. Leyla Guven di 25’ê çileyê de hat tehliyekirin û çalakiya xwe li mala xwe berdewam kir. Yek ji kesên ji nêz ve şahidiya çalakiya Guven kir, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn bû. Bîlgîn bîranînên bandor li wê kir û berxwedana jinan vegot.

Bîlgîn di destpêka axaftina xwe de balkişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Guven hatibû destpêkirin û rojiya mirinê ya 30 girtî dabû destpêkirin û wiha got: “Me şahidiya pêvajoyeke dirêj a berxwedanê kir. Ez li hemberî bîranîna 8 hevalên jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî serî ditewînim. Birêz Leyla Guven ji demeke nû re pêşengî kir. Vê berxwedanê 200 rojî berdewam kir.  Vê berxwedanê lingê tecrîda bi salan bû berdewam dikir şikand. Di encamê de pêşî vekir ku dewlet hiqûqa xwe pêk bîne. Me şahidiya vê kir.”

‘Leyla bû hîndekara gelek tiştî’

Bi berdewamê de Bîlgîn destnîşan kir ku Guven li gorî ruhê demê mîsyona pêşengiyê girtiye ser milê xwe û wiha domand: “Dema ev mîsyon pêk anî jî bû hînkera divê sekna me çawabe, îrade û xeta berxwedana hevpar çawa tê avakirinê. Dema mirov bi Leyla Guven re dimînin, mirov gelek aliyên xwe yên kêm û nîvco dibînin. Me jî ev fêr kirin. Navnîşana gelek tiştî nîşanê me da. Polîtîkayên şer ên Rojhilata Navîn ancax bi tevlibûna Abdullah Ocalan dikare bê çareserkirin. Leyla Guven ev nîşanê hemû cîhanê da. Me jî di vê berxwedanê de cih girt.”

Bîlgîn anî ziman ku her deqeya bi Guven re derbas kiriye bi bandor bûye û wiha got: “Me xwe wek li qadek perwerdehiyê hîs kir. Ji rûniştin û rabûnê heta tona dengê wê em bi bandor dibûn. Hûn texmîn dikin aliyên ku ew dida zorê lê wê tu car negot ‘serê min dêşe û mîda min dêşe’. Ligel vê hêz da me.”

‘Di çalakiya dayikan de seknek polîtîk hebû’

Her wiha Bîlgîn da zanîn ku Leyla Guven di pêvajoyeke wisa de ji berxwedanê re pêşengî kiriye û bang li jinan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin vexwendiyê qadan kir. Dayikan pêşengî kir. Dikare bersiva dayikan hestiyarî bê nirxandin lê di çalakiya wan de seknek polîtîk jî hebû. Ev dayik bi salan e têdikoşin. Li ber deriyên zindanan dibin xelek. Piştgiriyeke mezin dan berxwedanê. Dayikan bi îradeyek mezin qad terk nekirin. Dayikan dizanibûn ku berxwedana wan û ya zindanan rewa ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar