Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Me serî netewand û em ê netewînin’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî operasyona bi boneya çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatibûn li ser partiya wan hat birêvebirin civîna çapemeniyê li dar xist.

Partiyên pêkahteyên HDP’ê ne beşdarî civînê bûn. Pervîn Bûldan daxuyanî da û diyar kir ku wan di civîna xwe ya MYK’ê ya duh pêk anîn de operasyonê bi berfirehî gengeşe kirine.

Bûldan anî ziman ku wan di civînê de plansaziyek amade kirine û wiha got: “Hevalên me duh binçavkirin demildest anîne Enqereyê. Bi kêliya operasyonê re hem me û hem jî destekvanên me xwedî li hevalên me derketin. Em carek din spasiya partiyan hemû û sazî û kesên piştevaniya me kirine dikin.”

Bûldan operasyonê wek ‘operasyonek siyasî’ pênase kir û diyar kir ku îktîdara ku hilbijartina 7’ê hezîranê xweşa wê neçû dixwaze ji wê rojê heta îro tola xwe ji HDP’ê hilîne.

Berfirehiya axaftina Bûldan wiha ye:

“4 sal in Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me, hevşaredarên me û bi hezaran hevalên me hêj di hepsê de ne. Ji wê rojê ve operasyon li dijî partiya me didomin. Tu demê navber nedane. Dixwazin destkeftiyên kurdan hemû desteser bikin. Şaredarên me desteserkirin û hevşaredarên me girtin. Her roj operasyon li ser operasyonê pêk tên û rêveberên navenda me, bajaran û navçeyan binçav kirin. Dixwazin me ji siyasetê dûr bikin. Van operasyonan heta kêliya duh jî dom kirin. HDP bi oprasyonek nû re ne rûbirû ye. Ev operasyon dewama operasyonên din e. Ev hewldana darbeyê ye. Di heman demê de ev dewama darbeyên siyasî yên AKP’ê ye.

Dema meriv li navê hevalên me duh hatin binçavkirin dinêre pir aşkera armanca operasyonê zelal e. Hevalên me hatin binçavkirin hemû ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têdikoşin.

Ayhan Bîlgen vîna gelê Qersê ye. Ji bilî xizmeta ku ji xelkê Qersê kiriye tu sûcek wî nîne. Sirri Sureyya Onder di pêvajoya aştî û muzakereyê de cih girtiye û hevalek me ku alîkarî daye aştiya welat. Ayla Akat Ata ji bilî xebatên jinan tu têkoşînek din nekiriye û têkoşîna ji bo jinan ne sûc e û nabe sûc. Endamên MYK’a me ya yên berê Altan Tan û Emîne Ayna, Nazmi Gûr, Alî Urkut û Beyza Ustun û hevalên me yê din, ji bilî têkoşîna aştî û azadiyê û demokrasiyê tiştek din nekirine. Endamê MYK’a me ya niha Alp Altinors û hevalên me hemû divê gavek beriya gavekê werin berdan.

Ev xencerkirina têkoşîna demokrasiyê ye. Li Tirkiyê demokrasî, hiqûq û edalet hatiye binpêkirin. Di esasê xwe de armanca vê operasyona siyasî diyar e. Ji ber ku AKP nikare welat birêve bibe van operasyonan dike. Di nava alozî û krîzan de ye. Nikare van çareser bike, berê xwe dide HDP’ê û dixwaze peşkê li xebatê me bixe. AKP îro dike nake di tu siyasetê de bi ser nakeve. Ev operasyonek li dijî gelên Tirkiyeyê.

Di wan rojan de li dijî barbariya DAIŞ’ê hêrs hat nîşandan

Wateya xwepêşandên çalakiyên 6-8’ê Cotmehê jî ew e ku têkoşîna gelên Tirkiyeyê ya li dijî barbariya DAIŞ’ê bû. Di wan çalakiyan de 53 însan hatin qetilkirin. 47 însan ji wan HDP’yî ne. Tu lêpirsînek nehatiye vekirin. Tenê kesek derdixin pêş û li ser vê dixwazin operasyona îdrakê pêk bînin. Tevî gelek caran me pêşniyazname ji bo 6-8’ê Cotmehê da meclisê ku were lêkolînkirin lê AKP’ê bi dengên xwe red kir. Em îro pêvajoyek ku destûra lêkolînê nehat dayîn diaxivin.

Di ser de 6 sal derbas bûye. Mîna ku tiştek nû be dikin rojev. Em ê heqîqeta çalakiyên Kobanê ku AKP dixwaze ji xwe re bike amûra siyasetê, ji gelên Tirkiyeyê re vebêjin.

Her ku êrîş dikin winda dikin

Me wek HDP, me wek gelê kurd, me wek jinan, me wek muxalîfan ên beriya we jî dît. Em dizanin we li ser vê axê zilm û îşkenceyên çawa li kurdan kiriye. Em vê ji serdemên bihûrî dizanin. Em Kenan Evren, Tansû Çîlerên we dizanin û nas dikin. Kurd bi salan e bi vê zilmê re rûbirû ne. Lê belê tu demê serê xwe netewandin. Îro jî bi heman biryardariyê û heman awayî li vir carek din destnîşan dikin ku em ê qet û qet serî li ber derew û lîstikên we xwar nekin. Em partiyek wiha nîn in. Partiyek girseya wê ku serê xwe li ber we bitewîne nîne. Ev partî xwedî bi milyonan girse ye. Ji 6 milyonî bêtir hilbijarên wê hene. Hêviya me her demê tazetir dibe. Hûn di her hilbijartinê de xwînê winda dikin û niha jî ji bo hilbijartinek mihtemel dîsa ketine nav rê û rêbazên hîlebaziyê û çawa êrîş bikin.

Êdî her tişt aşkera ye. Êdî ne ew dema berê ye. Civak û gelên Tirkiyeyê bi we dizane û we baş nas dike. Hûnê winda bikin, her ku hûn êrîş dikin jî hûn winda winda dikin. Civaka Tirkiyeyê di hilbijartinê de teqez wê hesab ji we bixwaze. Wê civak, partiyên siyasî, jin û aliyên zilma we li ser wan didome teqez dê di çarçoveya hiqûqê de û di sindoqên hilbijartinê de hesab ji we bixwaze. Bila tu gûmana we ji vê tune be.

Me serî netewand û em ê netewînin

Heke êrîş ji AKP’ê were, divê têkoşîn jî ji muxalefetê were. Îro hin bêtir dem dema yekbûnê, hin bêtir dema em mil bidin milê hev e û divê îro bêtir rê û rêbazên meşa bi hev re werin dîtin. Ez dixwazim destnîşan bikim ku gelên Tirkiyeyê wê hemû bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin. Bila şik û gumana kesî ji vê tune be. Yên tên bindestkirin wê serkeftiyê vê pêvajoyê bin. HDP wê di vê pêvajoyê de bi ser bikeve. HDP’ê serî netewand. Çond danenî. Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd. Ez bang li muxalefetê dikim ku li dijî êrîşan bibin yek.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar