Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

MEBYA-DER: 463 cenaze li gorên bêkesan hatine definkirin

Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas diyar kir ku li gorî lêkolînên wan li Meletiyê 270, li Amedê 28, li Wanê 65 û li Sêrtê jî 100 cenaze li goristanên bêkesan hatine defin kirin û bi vê rêbazê îşkenceya sîstematîk li malbatan dikin

Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) têkildarî binpêkirina mafên mirovan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementer, endam, rêveber û hevserokên HDP’ê yên Amedê, endamên TUAY-DER, MEBYA-DER’ê û malbat amade bûn. Di civînê de Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas axivî.

Almas diyar kir ku di şertên rojane de encamên DNA’yê di 24 saetên de tên tespîtkirin û wiha got: “Bi mehan encama testa DNA’yan aşkera nabin. Bi zanebûn îşkenceyê li malbatan dikin. Dema malbat diçin cenazeyan teşhîs bikin, rastî cenazeyên perçekirî tên. Ev pirsgirêkek mezin e. Malbat ji bo cenaze bigire ji Wanê hat Amedê û xwest cenaze bigirin, di heman gorê de 3 cenazeyên perçekirî dîtin. Ev nîşan dide ku teste rast a DNA’yê nakin û cenaze li goristana bêkesan defin dikin. Bi dehan mînakên wisa hene.”

‘Malbat rastî îşkenceyên sîstematîk tên’

Almas da zanîn ku li gorî nirxên civakê heta cenaze neyê definkirin şîn xelas nabe û ev tişt anî ziman: “Bi van polîtîkayan bi mehan şîna malbatan dirêj dikin. Malbat rastî îşkenceya polîtîk û sîstematîk tên. Divê bi lez dest ji vê nêzîkatiyê berdin. Li gor agahiyan li morga Amedê 3, li ya Meletiyê 12 cenaze hene.”

Di axaftina xwe de Almas dest nîşan kir ku dema mirovek jiyana xwe ji dest dide xwediyê wê mafê ye ku li gorî çand û kevneşopiya xwe bê definkirin û wiha domand:” Sepanên li dijî cenazeyan tên kirin ji derveyî nirxên mirovahiyê ne. Gelek cenazeyan ji malbatan direvînin. Beyî vecîbeyan defin dikin. Ji bo kes tev li merasimê nebe, di saetên şevê de cenazeyan bi zorê defin dikin. Destûr nadin xizm beşdarî merasimê bibin. Bi 3- 5 kesan sînor dikin. Polîs serlêdana malbat û saziyan me asteng dikin. Bi nedayîna cenazeyan gefan malbatan dixwin.”

‘Li Xerzanê tolê hiltînin’

Almas bal kişand ser Goristana Xerzanê ya 267 cenaze derxistibûn û wiha lê zede kir: “Cenazeyên kesên di salên 90’an de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Xerzan defin kiribûn. Gelek malbat piştî bi salan gihiştine cenazeyên xwe  û goristaneke ku ziyaret bikin çêkirin. Lê dewletê gor xera kir û hestî birin Stenbolê. Malbat hîn bûn ku cenaze li Stenbolê ne û çûn xwîn dan ku cenazeyan bigirin. Malbatan cara duyemîn êş kişandin.”

Di berdewamê de Almas diyar kir ku tişta ku li Goristana Xerzanê hatiye kirin tolhildan û îşkenceya malbatane û wiha pêde çû: “Ev yek di tu bîr, bawerî û olan de tune. Em MEBYA-DER bang dikin ku malbatên cenazeyên zarokên wan li Goristana Xerzanê bila ji bo DNA’yê xwînê bidin. Li gorî lêkolînên me li Meletiyê 270, li Amedê 28, li Wanê 65, li Sêrtê 100 hatine defin kirin. Dîsa bajarên ku me nikarî hejmarê diyar bikin weke Erzirom, Elezîz, Riha, Mêrdîn û Bêdlîsê jî bi sedan cenazeyên mirovan li goristanên bêkesan hatine definkirin.”

‘Ji bo cenazeyan serî li komeleya me bidin’

Almas di dawiya axaftina xwe de wiha bang li malbatan kir: “Weke MEBYA-DER em bang li malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dan û cihê gora zarokên xwe nezanin dikin ku serî li komeleyê bidin. Bi heviya di sala nû de kes neyên kuştin, aştiyeke bi rûmet pêş bikeve sersala malbatên xwe pişt re ya herkesê pîroz dikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar