Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

MEBYA-DER: Armanca me şikandina tecrîdê ye

Di hevdîtina MEBYA-DER'ê ya bi malbatan re hat diyarkirin ku têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê têrê nake û ev tişt anîn ziman: “Armanca me şikandina tecrîdê ye."

Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Kesên Xwe di Dergûşa Şaristiyanê de Winda Kirine (MEBYA-DER) a Mêrdîn li navçeya Qoserê li eywanek dawetê bi endamên xwe re di çarçoveya nirxandina pêvajoyê û xwejinûve rêxistinkirinê de civiya. Malbatên zarokên wan jiyana xwe dest dane, malbatên girtiyan beşdarî civînê bûn û pankartên balê dikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Civînê bi bijartina dîwanê dest pê kir û ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.

Hevserokên MEBYA-DER’a Mêrdînê Gurbet Tekîn û Salîh Kuday di civînê de axivîn.

Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Tekîn diyar kir ku weke malbat bi guhdarkirina rexne û pêşniyaran ji bo rêxistinbûna xwe mezin bikin hatin gel hev. Tekîn anî ziman ku şer li hemû Kurdistanê didome û got di şer de yên herî zêde mexdûr dibin dayik in. Tekîn destnîşan kir ku bi saya nirxên ku afirandine heta îro hatine. Tekîn bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got ku têkoşîna li dijî tecrîdê têrê nake. Tekîn der barê hevdîtina wan a bi Wezareta Dadê re agahî parve kir û diyar kir ku tevî hevdîtinan jî êriş û tecrîd li girtîgehan didome. Tekîn anî ziman ku li dijî çand û zimanê kurdî êriş tên kirin û ev hemû jî ji ber tecrîda li ser Ocalan pêk tên û wiha got: “Bi tecrîdê dixwazin Ocalan ji me bidin bîrkirin. Lê em tu carî ji bîr nakin. Di civînên me de, di malên xwe de dema ku em weke du kes tên cem hev, divê gotin û rojeva me tecrîd be. Divê beriya her tiştî em rêxistinbûn û yekitiya xwe mîsoger bikin.”

Hevserok Salih Kuday axivî û diyar kir ku êrişên li dijî kurdan berdewam dikin û got ku kurd ne kurdên berê ne. Kuday da zanîn ku şerê li Kurdistanê ne tenê bi Rojhilata Navîn ve sînordarkirî ye û wiha got: “Ji bilî têkoşînê tu çareya me nemaye. Birêz Ocalan dibêje, me li ku tiştek winda kiribe divê em li wir lê bigerin û ji wir dest pê bikin. Ji ber vê yekê em ê ji wir dest pê bikin. Ji ber vê yekê em ê pêşî li tecrîdê bigirin û bidin rakirin. Heta ku em tecrîdê nedin rakirin, dê zimanê me jî qedexe bikin. Dema em tecrîdê bidin rakirin wê yekitiya me jî pêk were. Heta wê yekitiya Rojhilata Navîn jî mîsoger bibe.”

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar