Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

MEBYA-DER’ê: Di kesayeta Ocalan de gel tên tecrîdkirin

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadag diyar kir ku di kesayeta Ocalan de gel tên tecrîdkirin û got ku kengî tecrîd rabe dê hêviyên aştiyê bilind bibin

Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyên Amedê, Komeleya 78’an, Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî (TUAY-DER), Kongreya Îslamê ya Demokratîk (KÎD) û welatî beşdar bûn. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadag daxuyanî xwend.

Karadag diyar kir ku li Rojhilata Navîn li pêş modernîteya kapîtalîst tevgera azadiyê û Ocalan asteng e û wiha got: “Ji bo ku ji vê astengê xelas bin bi komployê birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn derxistin. Di 15’ê Sibata 1999’an de bi polîtîkaya tecrîdkirinê xwestin têkiliyên Ocalan ji cîhanê qut bikin. Bi qetilkirina sê jinên ku li Parîsê tecrît û komplo derket asteke jortir. Bi vê komkujiyê xwestin projeyên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd neyên niqaş kirin. Tecrîda ser projeyên çareseriyê bi awayekî navnetewî hat kûrkirin. Dagirkirina Suriyeyê, rewşa Lîbya û Îranê nîşandana îflaskirina modernîteya kapîtalîst e.”

 Tecrîc sûcê mirovahiyê ye

Her wiha Karadag dest nîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê yên tên meşandin ne tenê li ser Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aliyê vê tecrîdê yê hiqûqî jî nîne. Di kesayeta Rêberê Gelê Kurd de gel tên tecrîdkirin. Kengî tecrîd li ser birêz Ocalan radibe heviyên aştiyê bilind dibin, mirov namirin û fikir tên niqaşkirin. Ev jî nîşan dide ku tecrît şer û rondikên çavan e, diyalog jî jiyaneke bi rûmet û aştiyê ye. Em tecrîdê şermezar dikin. Em dixwazin ku di nêz de bila dawî lê were û pêvajoya muzakereyan bidin dest pê kirin. Tecrît sûcê mirovahiyê ye divê teqez were rakirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar