Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

MEBYA-DER’ê rapora xwe ya salane aşkere kir

MEBYA-DER'ê rapora xwe ya ji bo sala 2020'an bi daxuyaniyekê aşkere kir. Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas diyar kir ku sala 2020'an ji bo MEBYA-DER’ê dijwar derbas bûye û got:” Şert û merc wê çi bibin jî em ê heta dawiyê li gel û malbatên xwe bin”

Navenda Nûçeyan

Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA DER) bi minasebeta rapora xwe ya ji bo  sala 2020’an bi daxuyaniyekê ya li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê bi raya giştî re parve kir. Rêxistinên navend û navçeyên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) û parlementerên HDP’ên Amedê Remziye Tosun û Semra Guzel tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas ve hat xwendin.

‘Li Tirkiyeyê û Kurdistanê binpêkirina mafan gihaşt lûtkeyek jor’

Yukselê diyar kir ku sala 2020’an ji bo hemû kesan salek dijwar bû. Yukselê got:”Di sala 2020’an de hem aliyê pandemiyê hem jî aliyê qeyrana li ser Rojhilata Navîn ji bo gelan salek dijwar bû. Li Tikiye û Kurdistanê binpêkirina mafan gihaşt lûtkeyek jor. Rewşa şer hat kûrkirin û aborî têk çû. Bi vî awayî qeyranek mezin li ser hemû kesan çêbû. Komeleya me ji avakirina xwe de heyanî niha ji bo piştevaniya malbatên ku xizmên xwe winda kirine xebat kirin. Komeleya me her tim bi serlêdana malbatan re xebatên xwe meşand. Lê belê cih hat pêkanîn û êrîşên ku li ser civakê bandorên mezin pêk anîn jî teşhir kir û rûyê wan ê rast derxist holê.”

’84 malbatî serî li komeleya me dan’

Yukselê ragihand ku di salekê de 84 kesên ku di dîrokên cuda bi cuda de jiyana xwe ji dest dane, malbatên wan serî li komeleyê dan û got: “Ew malbatan daxwaza pêvajoya hiqûqî kirin. Di nav wan malbatan de 32 malbat dikaribûn cenazeyên xwe bigirin û ew cenazeyên wan hatin definkirin. 7 cenazeyên malbatan jî tevî serlêdan û testên DNA ‘yê cenazeyên wan radestî wan malbatan nehat kirin. Ew jî li ser malbatan bi îşkenceyan bi awayekî sîstematik xwe nîşan da. Lê tevî van yekan dîsa komeleya me şopdarê wê pêvajoyê bûne ji bo ku ew cenazeya radestî wan malbatan bê kirin di teşebûsên hiqûqî da bûn. Dîsa li hin gundên navçeya Farqînê ya Amedê de, goristanên HPG’yiyan ji aliyê hêzên dewletê hatin rûxandin û malbatên wan goristanan jî rastî êrîşan hatin. Em wek komeleyê bi wan malbatan re di nava piştgiriyê de bûn û ev helwestên li dij hîqûqê teşhîr kir.”

‘Bi rêya kargoyê, ji dayikekê re hestiyên lawê wê hat şandin’

Yukselê bal kişand  ser dayik Halîse Aksoy a dayika Agît Îpek ê ku li Dêrsimê di 2017’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û di 2’yê adara 2020’î de cenazeyê wî bi kargoyê jê re şandin. Yuksel wiha axivî: “Bûyera Halîse Aksoy a ku li ser civakê olanek mezin da, em şopdarê wê binpêkirina maf bûn. Ligel vê em bi Halîse Aksoy re di nava piştevaniyê de bûn.”

‘Me bi malbatan re goristanên ku hatibûn rûxandin paqij kirin’

Yuksel axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Dîsa li navçeya Lîcê ya Amedê goristanên HPG’yiyan hatibûn rûxandin û ligel serlêdanên malbatan me ew helwestan bi daxuyaniyên xwe şermezar kirin. Her wiha me ew goristanên ku hatibûn texrîbkirin ligel malbatan dîsa nû kir û paqij kirin. Her wiha li gundê Sipînîgê goristana Çemê Alika yê ku hatibû rûxandin bi serlêdanên malbatan hate paqijkirin û ji bo şermezarkirina wan êrîşan daxuyanîyek bi girseyî hatibû lidarxistin.”

‘Me her hefte daxuyanî da’

Yuksel anî ziman ku ji bo nedayina cenazeyên malbatan jî her hefte daxuyanîyek dane û got: “Hin malbatan ligel testên DNA’yê dîsa cenazeyên wan nehatiye dayîn. Ji bo ku em wê rewşê protesto bikin û pêvajoya hiqûqî bi dawî bibe her roja înê bi malbatan re daxuyanî dida. Herî dawî jî ji bo ku em bikaribin xwe bigihînin wan malbatan bernameyên serlêdanê jî derxist û em bi wan malbatan re hevdîtinan pêk tînin.”

‘Em ê ji sekna xwe tawîzê nedin’

Yuksel axaftina xwe re wiha dawî lê anî: “Ligel wan hemû çalakiyan li dijî komeleya me êrîşên li dîj hiqûqî pêk hatin. Bi vî awayî xwestin çalakiyên me asteng bikin û bi sînor bixin. Lê ligel wan êrîşan me ji sekna xwe tawîzan neda û xebatên xwe re berdewam kirin. Şert û mercên wê çi bibin jî û pîvanê wan êrîşan çi bibe jî em ê heta dawiyê ligel gel û malbatên xwe bibin.” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar