Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Meclisa Ciwanan a HDP: Dîsa ciwan dîsa serhildan

Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya ku bi rojeva hilbijartinê kom bû wiha got: "Em ê bi hev re bixebitin bi hev re bi ser bikevin. Em ciwan in, em li vir in, em ê biguherînin."

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya. Meclisa Ciwanan a HDP’ê li pêşiya partiyê daxuyaniyê da û xebata hilbijartinê ya bi dirûşmeya “Dîsa ciwan, dîsa serhildan” da destpêkirin.

Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û parlamentera Amedê Dêrsim Dag bi kurdî daxuyanî da.

Daxuyaniya ku ji hêla Dag ve hat dayîn wiha ye: “Ji bo ku polîtîkayên ciwanan rasterast ji hêla ciwanan ve bên diyarkirin û bên birêvebirin em ê Wezareta Ciwanan ava bikin. Em ê wek jinên ciwan jiyana azad û wekhev ava bikin.

Hevalên hêja; em ê bi hev re bixebitin û em ê bi hev re bi ser bikevin. Bi taybetî ciwanên ku dê cara ewil deng bi kar bînin. Em ê dengê xwe li 81 bajaran bidin Partiya Çepên Kesk. Partiya Çep a Kesk partiya te ye û heger tu tune bî serkeftin qels e. Di siyasetê de tu tune bî, demokrasî qels e. Rêya serkeftin û Demokrasiyê ji te derbas dibe. AKP’ê tu yê tek bibî, serkeftina mezin tu yê binî.

Ciwanên hêja; evîna me jiyana azad e, evîna me wekhevî ye, evîna me şoreş e û evîna me sosyalîzm e. Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin. Em ê şoreşê pêk bînin, sosyalîzmê misoger bikin. Em ê bi hev re bixebitin bi hev re bi ser bikevin. Em ciwan in, em li vir in, em ê biguherînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar