Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em bi biryar in, em ê civakê azad bikin!

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya ku di 4’ê hezîranê aşkere kir ku li Enqereyê pêk anî bû.

Meclisa Ciwanan a HDP’ê encamnameya civîna li navenda giştî ya partiyê aşkere kir û diyar kir ku di demekê de ku polîtîkayeke zext û zordariyê ya giran li ciwanan tê kirin, civîna wan hat lidarxistin.

Di encamnameyê de hat gotin, “Zor û zehmetiyên ku ciwanên Tirkiyeyê di nav de ne hatin nirxandin û ji bo destnîşankirina xeta têkoşînê ya dema bê, nîqaşên berhemdar hatin kirin.”

Di encamnameyê de hat ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi siyaseta xwe ya şerker nirxên civakê tune dihesibîne, di polîtîkaya dijî ciwanan de israr dike û hat gotin, “Ji dema ku AKP bûye desthilatdar û vir ve di nava civakê de cihêbûn û siyaseta dijberiyê mezin dibe. Li gel civakê bi taybetî ciwan xizan dibin, bêkarî û bêewlehiya li ser pêşerojê zêde dibe. Jiyan her roj bêhtir giran dibe. Hema bêje yek ji du ciwanan bêkar e.”

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ji bo nîşan bidin ku ciwan li hemberî vê xizaniya li wan tê ferzkirin bêçare nîne, wê li qadan bin û her tim dengê kesên ku desthilatdarî naxwaze bibihîze bilind bikin û hat gotin ku: “Em ciwanên ku xwe di bin sîwana Meclisa Ciwanên HDP’ê de bi rêxistin kirine, vê bêderfetiyê red dikin û destnîşan dikin ku heta mafê xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Bi polîtîkayên şerê taybet zext û zordarî li ciwanan tê kirin. Bi girêdana bi madeyên hişbir, bi sîxurkirinê û êrîşên zayendî yên bi rêk û pêk hewl didin ku ciwanan ji daxwazên wan ên mafê demokratîk vegerînin.”

Meclisa Ciwanan a HDP’ê diyar kir ku ew xwedî tecrûbe û wê hêzê ne ku polîtîkayên şerê ên sîstem ji bo dejenerekirinê ferz dike, pûç bikin. Di encamnameyê de hat gotin, “Em ê her qadê veguherînin qada têkoşîna li dijî şerê taybet. Em bi biryar in ku ampûla yên şerê taybet dimeşînin biteqînin û jiyana wan a siyasî tarî bikin.”

Di encamnameyê de işaret bi zexta desthilatdariyê ya li ser zanîngehan jî hat kirin û hat gotin, “Em ê kampûsan radestî komên çete nekin. Ji bo li zanîngehan perwedeyeke xweser, azad û pirzimanî bê dayin, em bi biryar in ku bixebitin û têbikoşin.”

Di dewama encamnameyê de hat ragihandin ku bi siyaseta şer a li ser Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê re desthilatdarî dixwaze krîz û xizaniya heyî binixumîne û hat gotin, “Desthilatdariya ku giranî daniye ser tunekirina destketiyên kurdan, bi rêya şer dixwaze civakê bi rê ve bibe û pirsgirêka kurd bêhtir kûr bike.

Em ji dîrokê ve zanin ku berxwedana ciwanan, gelan û dijberên şer timî li hemberî şerxwazan bi ser ketiye. Rabûna li ber şer, afirandina civakeke têgihiştî bi têkoşîn û rêxistiniyê dibe. Weke Meclisa Ciwanan a HDP’ê em bi biryar in ku civakê ji AKP’ê ya ku ber bi zinar ve dehf dide, biparêzin û bi têkoşînê civakê azad bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar