Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gav bi gav pergala faşîzmê tê sazkirin

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî geşedanên dawî li avahiya HDP’ê ya Ametê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di civîna ciwanan de parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî amade bû.

Di daxuyaniyê de ji ewil rêveberê Meclisa Rêveber a Ciwanên HDP’ê Metin Yilmaz axivî. Yilmaz di serî de bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) û bi bîr xist ku ji ber şewbê heta niha sedhezaran kes mirine. Yilmaz wiha domand: “Ev şewb, encama krîza pergala kapîtalîst e. Di serdemeke ku teknolojî û zanist ewqas pêşketî de nedîtina dermanê şewbê, mirovan dixe nava fikaran. Her wiha ev yek nîşaneya wê ye ku pergal dixwaze civakê bixe nafa karesatan.”

‘Desthilatdarî pergala faşîzmê saz dike’

Bi domdarî jî Yilmaz daxuyand ku rewşa şewbê li Tirkiyeyê hîn xerabtir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov dimirin lê belê desthilatdarî van mirinan vedişêre û hewl dide xwe di têkoşîna li dijî şewbê de serkeftî nîşan bide. Desthilatdariya AKP-MHP’ê şewba koronayê weke lûtfeka xwedê dibîne û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de muxalefeta civakî ditepisîne û zextên heyî jî girantir dike. Gav bi gav pergala faşîzmê saz dike.”

Qanûna înfazê û zextên li dijî aktîvîstên jin

Yilmaz piştre jî qala qanûna înfazê kir û wiha pê de çû: “Bi qanûna înfazê re çete, kujerên jinan, tacîz û tecawizkar hatin berdan. Kesên bi îktîdarê nehemfikir jî bûne hedefa wan. Bi hezaran girtî bi mirinê re rû bi rû hiştin. Demek berê aktîvîstên jin ên li dijî tundiya ser jinan têdikoşiyan hatin girtin. Di vê pêvajoyê de polîtîkaya desthilatdariyê herî zêde bandora xwe li ciwanan kir.”

‘Herî zêde ciwanan hatin hedefgirtin’

Di berdewamê de jî Yilmaz da zanîn ku hikûmeta AKP’ê di 20 salên desthilatdariya xwe de her tim li dijî ciwanan polîtîkaya perçekirin û pişaftinê meşand û wiha derbirî: “Pergala faşîzmê herî zêde ciwan hedef girt. Dixwazin ciwanan bêhevî û bêpêşeroj bihêlin. Beriya ku nêrîna ciwanan guhdar bikin, navber dan perwerdehiyê û mafê perwerdehiyê yê bi milyonan ciwanan binpê kirin. Ji durve perwerdehiyê didin lê belê bi milyonan ciwan hene ku derfetên wan ên înternetê nînin. Li gorî daneyan, li malên ji sedî 63’yê xwendekaran înternet tune ye. Her wiha xebatkarên zanîngehan jî hatin mexdûrkirin.”

Karnameya AKP’ê

Piştre jî parlamenter Dêrsim Dag karnameya ku meclisa ciwanan ji bo polîtîkayên AKP’ê amade kirî bi raya giştî re parve kir. Li gorî karnemeyê;

“Polîtîkayên Perwerdehiyê = 0

Polîtîkayên Jinê = 0

Wekheviya Civakî = 0

Demokrasî = 0

Hiqûq = 0

Edalet = 0

Piştevaniya Civakî = 0

Xespkirina Vîna Gel: 100

Nelirêtî = 100

Tacîz Cînayet û Tecawiza Li Dijî Jinê = 100

Tundiya Polîsan = 100

Nêzîkatiya Mafên Sendîkayî = 0

Aborî = 0

Hurmeta Li Hemberî Nirxên Mirovahiyê = 0

Tenduristî = Nebaş

Perwerdehî = Nebaş

Pêşxistina Edaletê = Nebaş

Avakirina Pergala Hiqûqê = Nebaş

Barbariya Nijadperestî = Pir Baş

Têkiliya Bi Welatiyan Re = Nebaş

Têkiliyên Bi Muxalefetê Re = Pir Nebaş

Têkiliyên Bi Rûsya û YE’yê Re = Nediyar

Têkiliyên Bi Welatên Cîran re = Nebaş” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar