Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya ‘Em tiryakê bişikînin, jiyana nû ava bikin’ a di 10’ê îlona 2021’an de li dijî polîtîkayên şerê taybet, fihûş û hişbirê dane destpêkirin de li gelek bajar û navçeyan çalakiyan li dar dixin. Ciwanên li navenda Wanê mal bi mal kolan bi kolan dixebitin, têkildarî mijarê gel agahdar dikin. Endamê Meclisa Ciwanan Çetîn Temel, bi lêv kir ku bi taybetî li taxên Xaçort, Yali, Esendere, Akkopru, Yenî û Suphan ên gel ji ber şer koç kirine, bi konsepteke taybet bikaranîna hişbirê zêde bûye.
Temel anî ziman ku şerê li bajarên kurdan tên meşandin û ev mijar têkildarî hev in û wiha got: “Ciwan bi awayekî hesan xwe digihînin tiryakê. Li taxan kesên ku bi van polîtîkayên şerê taybet dimeşînin re têkildar hene bi navê din torbevan. Bikaranîna hişbirê gelek zêde bûye. Bi taybetî di pêvajoya dawî de em dibînin ku li bajarên kurdan bikaranîna tiryakên kîmyasal zêde bûye. Li dijî van xebatên me yên agahdarkirina ciwanan û malbatan berdewam dikin.”
Ciwanek hat xelakirin
Temel bi bîr xist ku beriya niha du ciwanên li navçeya Rêya Armûşê cara ewil tiryak bikaranîn jiyana xwe ji dest dan û diyar kir ku ji bo bûyerê lêkolîn bikin çûne taxê û têkildarî vê xebatên wan didomin. Temel da zanîn ku ciwanekî ku li Taxa Sixkê dijiya xwe gihandiye wan, çawa bi nav tiryakê ketiye ji wan re vegotiye û wiha berdewam kir: “Y.Y. yê li vê taxê bi malbata xwe re mezin bû, girêdayî tiryakê bû û dixwest dest jê berde. Bi me re kete têkiliyê. Me jê pirsî ku esrar çawa peyda kiriye, got ku ji firoşkarên taxê peyda kiriye. Ji me re vegot ku polîs jî ji vê rewşê agahdar in. Li ser vê yekê me ew kes bir nexweşxaneyê û xwest were dermankirin lê alîkariya me nekirin. Y.Y. bêyî were dermankirin, bi temamî bi piştevaniya me ji esrarê xelas bû.”
Ciwan bê pêşeroj tên hiştin
Di axaftina xwe de Temel diyar kir ku hewl tê dayîn ciwanên kurd ji polîtîkayê, ji çandê, ji jiyana civakî bên veqetandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal ji ber hewl dide li Kurdistanê ciwanan a polîtîk bike li dijî bikaranîna tiryakê nasekine. Pergal dixwaze ciwanan, ji wî ji malbata wî, ji hevalên wî, ji civaka wî dûr bixe û girêdayî xwe bike. Bi van polîtîkayan dixwazin ciwanan bêpêşeroj bihêlin. Ji ber ciwan nikarin pêşeroja xwe ava bikin jî di rêyên cuda de çareyê digerin. Di encama vê de jî gelek dawî li jiyana xwe tînin.”
Em ê têbikoşin
Her wiha Temel destnîşan kir ku xelaskirina ciwanan a ji tiryakê rewşeke ku her tim têkoşînê dixwaze ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Meclisa Ciwanan a HDP’ê li dijî polîtîkayên şer ên taybet xwe bi rêxistin dikin. Em derî bi derî, tax bi tax, kolan bi kolan xwe digihînin ciwanan. Em bang li hemû ciwanên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê yên tiryakê didin wan dikin ku li dijî vê yekê dest bidin hev du û têbikoşin. Dîsa em bang li ciwanan dikin ku di bin banê Meclisa Ciwanan a HDP’ê de xwe bi rêxistin bikin. Heta ku hemû ciwan ji tiryakê xelas bibin em ê têbikoşin. Îdîaya me ya di vê mijarê de xurt e. Em ji bo ku ev îdia serbikeve, em ê heta dawiyê têbikoşin. Ji ber ku em weke ciwanên kurd naxwazin ciwanekî me zirarê bibîne û jiyana xwe ji dest bidin.” WAN