Meclisa Ciwanan a HDP’ê binçavkirin û girtina endamên xwe ya li Edeneyê şermezar kir û got ku ev kiryarên faşîzan, dibe sedem ku têkoşîna xwe xurtir û mezintir bikin. Ciwanan diyar kir ku ev zext dê nekarin di têkoşînê de bi wan paşve gav bide avêtin
Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirin û girtina endamên xwe, bi ser navê ‘Kes nikare siyaseta şoreşger a ciwanan asteng bike’ daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ciwanan da zanîn ku zextên li wan tên kirin, dibe sedem ku têkoşîna xwe xurtir bikin.
Di daxuyaniyê de ciwanan destnîşan kir ku polîtîkaya tunekirinê ya salên 90’î ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê domandin û li dijî hêzên muxalîf, parêzvanên maf û berxwedêran rojane êrîşên faşîzan tên kirin. Meclisa ciwanan diyar kir ku ji roja destpêkê ve her tim rastî pêkanînên weke binçavkirin, revandin û ferzkirina sîxûriyê û hwd. tên.
Bang li hemû ciwanan kirin
Meclisa Ciwanan a HDP’ê li dijî her hemû polîtîkayên zextê, wan pergala rêxistinbûyîna xwe parastiye û sekna xwe li dijî faşîzmê bi awayekî vekirî nîşan dane. Meclisa ciwanan destnîşan kir ku pêla binçavkirina li dijî endamên wan ên li Edeneyê mînaka dawî ya vê polîtîkayê ye û wiha bi dawî kir: “Em êrîşên faşîst ên li dijî endamên xwe ji Gezî, Sûr û Cizîrê nas dikin. Ev êrîşên faşîst çawa ku duh bêencam man, dê ji niha şûn ve jî bêencam bin. Dê nekarin bi binçavkirin, girtin û polîtîkayên şerê taybet re têkoşîna demokratîk a ciwanan paş de bixin. Bingeha me ya bîrdozî û dîrokî xurt e. Koka me digihije 38’an, sêdaran, Denîzan, Zindana Amedê û Mazluman. Ev êrîşên faşîst dibe sedem ku em têkoşîna xwe hîn xurtir û berfirehtir bikin. Em bang li ciwanan dikin ku xwe di nava ciwanên HDP’î de birêxistin bikin.” ENQERE