Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meclisa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand

Meclisa Ciwanan a Yekgirtî piştî Stenbol û Îzmîrê li Enqereyê jî avakirina xwe ragihand û banga tevlibûna têkoşîna demokratîk li ciwanan kir

Meclisa Ciwanan a Yekgirtî, piştî Stenbol û Îzmîrê li Enqereyê jî bi civîneke çapemeniyê avakirina xwe ragihand. Di civîna ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çankayayê pêk hat de ciwanan pankarta “Ji bo azadiya xwe li dijî faşîzmê bi hev re dimeşin” daliqandin. Di civînê de li ser navê rêxistinên ciwanan Yelda Ozturk axivî û diyar kir ku di rojên ku faşîzm dixwaze civakê tenê bihêle, tecrîd bike û azadiya wan ji destê wan bigire re derbas dibin.

Ozturk da zanîn ku tê dixwazin ciwanan mehkumî ‘bêhêvîbûnê’ bikin û wiha got: “Di rojên ku nakokiyên civakî ewqas zêde bûne de desthilatdar ji bo desthilata xwe bidomînin tundî û zextan aşkera dikin û li dijî teqandina hêrsa civakî amadekariyan dike. Armanca me mezinkirina têkoşîna ciwanên yekgirtî ye. Li dijî pirsgirêkên ku ciwan dijîn me têkoşîna bi hev re daniye pêşiya xwe. Pirsgirêkên me hevpar in xelasiya me jî wê hevpar be.”

Banga têkoşînê

Her wiha Ozturk anî ziman ku Meclisa Ciwanên Yekgirtî wê di rojên pêş de bi dirûşma ‘bi hev re dimeşin’ kampanyaya bi rêxistinkirinê bidin destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji vir bang li hemû ciwanên ku difikirin tenê ne û li dijî pirsgirêkan bêçare mane dikin; werin mil bidin hev şerê xwe yê ji bo cîhaneke nû avakirinê mezin bikin û têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin her derê. Em beşdarî kampanyaya me ya ku bi dirûşma ‘bi hev re dimeşin’ daye destpêkirin, bibin. Bi hêza ji hevgirtina ciwanan digirin em ê bimeşin. Em weke Meclisên Ciwanên Yekgirtî ciwanan vedixwînin ku di bin banê meclisê de xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin. Em bê çare û tenê nînin. Çareserî di tevgerê de û mil dayîna şoreşê de ye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar