Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan şoreş pêk. Şoreşa jinê civak kir xwedî hêz û bi avakirina meclîsan hemû pêkhate di nava rêveberiya xweser de cih digirin. Ji van meclîsan yek jê Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Meclîsa edaletê ya di 16’ê Mijdara 2018’an de ava bû pîvanên civakî û exlaqî edaletê pêk tîne. Meclîs ku jiyaneke komunal a demokratîk, civakeke civakî ya demokratîk, jiyaneke hevpar a azad û azadiya jinê tercîh dike, ji pîvanên demokrasiyê, wekheviyê û parastina mafên jinê tawîzê nade.
Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Atiye Yûsûf qala pêşengiya jinê ya li nava sîstema edaletê kir.
Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê di sala 2023’yan de dozên bi vî rengî birêve bir: 681 dozên cihêbûnê, 235 dozên pir zewacî, 41 dozên zewicandina di temenê zarokatiyê de, 908 dozên tundiyê, 608 dozên malbatî, 27 dozên qetilkirinê, 5 dozên hewldana qetilkirinê, 41 dozên biçûkxistina jinê, 18 dozên destavêtinê, 18 dozên întiharê, 27 dozên hewldana întiharê, 12 dozên xiyanetê, 22 dozên fûhûşê, 4 dozên revandinê, 120 dozên gumanbariyê, 169 dozên nafakayê, 261 dozên nafaka zarok, 22 dozên standina zarok ji jinê, 6 dozên reşkirinê, 11 dozên xiyaneta li emanet, 161 dozên gefxwarinê, 57 dozên mîrateyê, 13 dozên zewaca neqanûnî, 71 dozê diziyê, 41 dozên sextekariyê, 43 dozên narkotîkê, 11 dozên desteserkirina milkiyetê bi giştî 3 hezar û 633 doz.
Atiye Yûsûf anî ziman ku di dema rejîma Baasê de sîstemek têkildarî meclîsa jinê tune bû û got, “Jin weke dadger di dadgehê de hebûn, lê belê hejmara wan zêde nebû. Li dadgehê giştî dîtina du dadgeran mûcîze bû. Parastina jinê û mafên jinê, wekheviya jin û mêr di Destûra Bingehîn de hebû, lê belê tenê li ser kaxizê bû. Bi kurtasî li gorî Destûra Bingehîn her kes wekhev bû, lê belê di pêkanînê de wekhevî û edalet tune bû. Şahidiya du jinan li beranberî şahidiya zilamekî bû. Di parvekirina mîrateyê de jî newekheviyeke mezin hebû. Mafê jinê di mafê mîratê de bi qasî ku tune bû. Di Qanûna Sûc û Ceza de newekheviya navbera jin û mêr bi hêsanî dihate dîtin. Rewşên ku di nava civakê de weke pirsgirêka exlaqî dihate pênasekirin, mijarên mîna sînorê temen ê zewacê jî ji aliyê nekweheviyê ve di asta herî bilind de bû.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Atiye Yûsûf diyar kir ku sîstema edaletê ya ku bi Şoreşa Rojava re ava kir, pêşketineke nû ye û got, “Ji Mala Jinê heta bi Meclîsa Edaletê ya Jinê, jinan ev destketî bi hêsanî bi dest nexistin. Têkoşîna li dijî mejiyê baviksalariyê hêsan nebû. Mala Jinê ava bû, nerazîbûn zêde bûn. Nerazîbûna li hemberî sîstemên piştî Mala Jinê ava bûn, kêm nebû. Li gel Meclîsa Edaletê nekarîbûn xwe li avakirina Meclîsa Edaletê ya Jinê rabigirin. Weke meclîseke pêwîst nedihate dîtin. Jinan di Meclîsa Edaleta Jinê de israr kirin. Destnîşan kirin ku divê mafên jinê bêne parastin. Her ku rêxistiniya jinê xurt bû, parastina mafên jinê jî hêsan bû. Mala Jinê û Qanûna Jinê di rewşeke welê de ava bûn ku hem pêwîstî pê hebû hem jî şert û merc guncaw nebû. Lewma encama dihate xwestin bi dest neket. Aliyên xwe yên kêmmayî hene. Di nava şert û mercên şer de sûcên welê dihatin kirin ku me nedibihîst, nedidît û qet lê rast nedihat. Ji aliyê şert û mercên darizandinê û mekanîzmayê ve aliyên me yên kêmmayî hebûn. Ji zewicandina di temenê zarokatiyê heta bi tundiya li jinê, tundî zêde bû. Di rewşeke bi vî rengî de pêwîstî bi Qanûna Jinê hebû. Me zewicandina di temenê zarokatiyê de, tundiya li jinê, pir zewacî red kir. Di Qanûna Sûc û Ceza de me hewl dan wekheviyê pêk bînin.”
Atiye Yûsûf ragihand ku Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ji çar beşên Mala Jinê, Komîteya Lihevanînê, Dîwana Edaletê û Akademiyê pêk tê û got, “Ji bo pêkanîna vê sîstema rêxistinî pêwîstî bi meclîsê hebû. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ava bû. Jinên di nava Mala Jinê, Komîteya Lihevanînê û Dîwana Edaletê de bûn, endamên meclîsê bûn. Meclîs bi karê perwerdekirina jinê rabû. Di vê çarçoveyê de li Rimêlan û Amûdê akademî hatin avakirin. Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê bû modeleke nû. Rêxistinên jinan ên ji derveyî welat tên li pêşberî sîstemê matmayî dimînin, bala wan dikişîne. Sîstema parastina mafên jinê û rêbaza wan a têkoşînê ji bo van rêxistinan tiştekî nû ye.”
Atiye Yûsûf anî ziman ku Mala Jinê û Komîteya Lihevanînê pirsgirêkên ku nikarin çareser bikin digihînin ber destê dadgehê û got, “Nûnerên Mala Jinê ji aliyê parastina mafên jinê ve weke mirovek li aliyê jinê di dadgehê de xwedî mafê gotinê ye. Mîna parêzerekî ye, ji ber ku li akademiyên me perwerdeyên li ser edalet, qanûn û demokrasiyê werdigirin. Li dadgehan bi qasî ku ji destê me tê weke temsîliyeta wekhev em cih digirin. Ji xwe dema pirsgirêkek rû dide Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê yekser tevlî mijarê dibe.
Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê wekheviya jin û mêr ji xwe re dikev pîvan. Ji bo avakirina malbateke demokratîk, ji bo parastina hurmet û hezkirinê têdikoşe. Li nava civakeke ku edalet pêk hatiye, demokrasî û wekhevî jî pêk tê.
Atiye Yûsûf herî dawî got, “Weke jin divê em xwe bispêrin hêza xwe. Ji ber ku bi kesayetên xurt bi bicihanîna edaleta civakî em dikarin mafên xwe bi dest bixin. Bidestxistina maf jî ji ber xwe ve nabe, dema ku mirov xurt be dikare mafê xwe bi dest bixe.”