Bi ser ambargoya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) re 271 roj der bas bûn. Ji ber ambargoyê heta niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û ji ber vîrûsa koronayê 12 hezar şêniyên wargehê jî di bin xetereyeke mezin de ne. Têkildarî mijarê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek da.
Daxwiyanî wiha ye:
“Weke tê zanîn vîrûsa koronayê li gelek cihên cîhanê, mixabin bi lezgînî belav dibe û her roj dibe sedem ku bi sedan mirov jiyana xwe ji dest bidin. Di van rojên ku mirovahî di nava qeyranê de ye, mirov her cure piştgirî û alîkariya didin hev û ev yek jî tiştekî pir bi nirx û bi wate ye. Ger ku mijara gotinê alîkariya navxweyî ya gelê kurd ê di bin dorpêça qirkirina çandî û fîzîkî de be, ev piştgîrî hîn bêhtir binirx dibe û dibe cihê şanaziyê.
Bi vê ferasetê em weke Meclisa Demokratîk a Gelê Wargeha Penaberan Mexmûrê, her çiqas kêm jî be alîkariya kelûpelên tibî yên hikûmeta Başûr ên ji bo rojavayê Kurdistanê binirx dibînin. Li milekî alîkariyê didin parçeyeke din ê Kurdistanê û li milê din jî ambargoyeke dijwar daniye ser wargeha me. Ger ku hikûmeta Başûr nexwaze helwesta wan di raya giştî ya gelê kurd de weke sîyasetek dirû bê nirxandin, divê li hemberî civaka gelê kurd û tevahî mirovahiyê di serî de PDK û hikûmeta Başûr, dilsoziya mirovahî û neteweyî li hemberî wargeha me pêk bînin.
Di dawiyê de em bang li raya giştî ya kurd, bi taybet jî li gelê me yê Başûr, mirovahiyê û rayedarên NY’yê dikin ku li hemberî vê sîyaseta PDK’ê ya dermirovî û derkurdbûyînê hişyar bin. Bêdeng nemînin û deng bidin qêrîna me.
Bangawaziya me ji bo hikûmeta Başûr jî ew e ku demildest dawî li vê rûreşiya neteweyî bînin, lêborîna xwe ji gelê kurd bixwazin û bila ambargoya ser wargeha me rojek beriya rojekî rakin.” MEXMÛR