Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meclisa Gel bang li Barzanî kir

Heyeta ji Meclisa Gel, rûspî û Komîteya Dîplomasî ya Karê Derve pêk tê bi peyamekê bang li Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku li ser pirsgirêk û guşerên li ser Mexmûrê bicivin

Ji bo êrîş û dawîbûna ambargoya piştî bûyera 17ê tîrmehê ya li restoranta Hoqqabaz a Hewlêr a Başûrê Kurdistanê li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dawî bibe, heyete ji endamên Meclisa Gel, rûspiyên wargehê û Komîteya Dîplomasiyê ya Karê Derve hatibû çêkirin. Ev heyet ji bo di demek kin de dawî li vê ambargoyê bê bi parlementer, saziyên mafê mirovan re ketibû nava hevdîtinan.

Piştî gelek hevdîtinên ku ti encam nehatin bidestxistin vê carê heyetê bi peyamekê daxwaz ji Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku li ser pirsgirêk û ambargoya li ser wargehê bicivin.

Di peyamê de ku daxwaz ji Barzanî tê kirin ku 15 rûspiyên Mexmûrê wê li ser navê wargehê amade bin ji bo gotubêjkirina pirsgirêkan û çareseriyê.

Heyetê peyam bi rêya Komîteya Nûnertiya PDKê ya Mexmûr xwestin bigihînin Barzanî.

ANFê xwe gihand peyama ji bo Barzanî hatiye şandin û di peyamê de ev tê gotin: Em penaberên Bakurê Kurdistanê ev bu 26 sal in em li ser xaka Herêma Kurdistanê dijîn. Nifûsa welatiyên li Mexmûrê dijîn derdorî 12 hezar kesî re ye.

Em li ser navê Wargeha Penaberan a Mexmûr ji bo çareserkirina pirsgirêk û çareserkirina aloziyên demên dawî li ser wargehê daxwaz ji we Birêz Mesûd Mûstefa Barzanî dikin bi tevlîbûna 15 rûspiyên wargehê li gel we bicivin.

Em bi hêvîne ku di demek nêzîk de bersivek ji bo peyama me bê dayîn.

Komîteya Peywendiyên Derve ya Wargeha Mexmûr

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 2v 35 roj in çûn û hatin li ser penaberên Mexmûrê hatiye girtin. Di nava van 35 rojan de du pitikên dayikên bi navê Fatma Kara û Zeyneb Ehmet ên nehatibû dinê ji ber girtina rê rehmet kiribû.

Her wiha bi hezaran karker ji ber girtina rê nikarin biçin karê xwe. HEWLÊR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar