Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Meclîsa Gelan nexşeya bakûr û rojhilatê Sûriyeyê nû kir

Nexşeya bakur û rojhilatê Suriyeyê ji hêla Meclîsa Gelan ve hate nûkirin.  Herêma bakur û rojhilatê Suriyeyê weke 6 bajarên mezin, 40 bajar û 95 bajarokan hat dabeşkirin û 141 şaredarî wê xizmetê bidin gel.

Meclîsa Gelan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina 98’an de pêşnûmeqanûna Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya li ser nûkirina nexşeyê nîqaş kir. Di encama nîqaşan de nexşeya nû hat erêkirin. Di qanûnê de pênaseya kanton, bajar, bajarok, gund û mezraa ji nû ve hat kirin û hejmara van jiyangehan hat diyarkirin. Di qanûnê de têkiladîrî nexşeya îdarî ya herêmê, gelek guhertinên nû hatine çêkirin. Hejmar û navên kantonan wekî ku di Hevpeymana Civakî de hatine diyarkirin, di qanûnê de hatiye bicîhkirin.

Li gorî qanûnê, herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyêyê ji kantonên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Firat, Minbic û Efrîn-Şehba pêk tê. Heta niha jiyangehên li herêmê wekî bajar, navçe, bajarok, mezraa û gund dihatin pênasekirin. Lê di qanûnê de pênaseya navçeyê hatiye rakirin, bajarê mezin hatiye zêdekirin. Yanî di dabeşkirina nû de bajarên mezin hene, navçe nîn in.   

Li gorî qanûnê herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyêyê wekî 6 bajarên mezin, 40 bajar û 95 bajarokan hat dabeşkirin. Jiyangehên ku hejmara şêniyên wê di bin 100’î de be, wekî mezraa, ji 101 heta 5 hezarî wekî gund, ji 5 hezarî heta 35 hezarî wekî bajarok, ji 35 hezar heta 200 hezarî wekî bajar, ji 200 hezar zêdetir jî wekî bajarê mezin hatine pênasekirin.

Li kantona Cizîrê bajarên Qamişlo û Hesekê, li Kantona Reqayê bajarê Reqa, li Kantona Firatê bajarê Kobanê, li Kantona Minbicê bajarê Minbic û li Kantona Efrîn û Şehbayê jî Efrîn wekî bajarên mezin hatine pênasekirin.

Li gorî qanûnê hejmara bajar û bajorakan ên kantonan jî wiha ye:

Kantona Cizîrê: 15 bajar, 37 bajarok,

Kantona Dêrazorê: 5 bajar, 18 bajarok

Kantona Reqayê: 3 bajar, 9 bajarok, 3 mezraa

Kantona Firatê: 5 bajar, 10 bajarok

Kantona Minbicê: 2 bajar, 4 bajarok

Kantona Efrîn û Şehbayê: 7 bajar, 9 bajarok

Kantona Tebqayê: 3 bajar, 5 bajarok

Kantona Cizîrê;

Bajar: Dêrik, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa, Til Hemîs, Ebû Cirin, Amûdê, Hedadiyê, Şedadê, Ebdan, Til Temir, Mergede, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan.

Bajarok: Abrê, Kêşkê, Erûr, Mistefawiyê, Tenûriyê, Êndîwar, Girê Şêra, Xanaserê, Til Koçer, Hîlwe, Ebû Firi, Maşûq, Til Ehmed, Girê Fatê, Xirbet El Bîr, Çaxirbazar, Tobiz, Sinciq Sadûn, Til Beyder Sefiya, Semîhan Xerbî, Til El Hemdî, El Esêbix, Hol, Tiwênê, Um Hicêra, Buheyret El Xatûniyê, Erîşa, Çiyayê Kizwan, Til Emîr, Til Kerem(Sêgir), Qêrewan, Xas, Girbawî, Ceza, Ukaz, Til Mecdel, Til Birak.

Kantona Dêrazorê;

Bajar: Kîsra, Cezrat, Siwer, Besîra, Hecîn.

Bajarok: Seiwe El Hermoşiye, Bisêtîn, Herêciye, Sebhe, Ebû Xeşeb, Muwêlih, Cinêne, El Keber, Mihêmîdiyê, Hîsan Cidêd Igêdat, Şihêl, Zîban, Teyane, Şeife Keşkiye, Ebû Hemam, Sose, Baxoz, Xeranîc.

Kantona Reqayê;

Bajar: Kerame, Hewes, Hezîme.

Bajarok: Esediyê El Ekrêşî, Ritle, Selhebiye, Gedîran, Hikumiye, Reqa Semra, Qehtaniye, Cidêdat, Kalta Tişrîn.

Mezra: Reşîd, Hemrat, Kîsrat.

Kantona Firatê;

Bajar: Sirîn, Qenaya, Qadiriye, Eyn Îsa, Girê Spî.

Bajarok: Şêran, Til Xezal, Remale, Bênder, Çelebiye, Taşlûk, Curin, Hîşe, Silûk, Belek.

Kantona Minbicê;

Bajar: Ebû Qelqel, Muhtereq

Bajarok: Taxa Farat, Til Hozan, Yasitî, Erîma.

Kantona Efrîn û Şehbayê;

Bajar: Raco, Cindirêsê, Mabeta, Şera, Şiyê, Şehba, Til Rifet.

Bajarok: Şêrawa, Meydankê, Meydana, Beidîna, Bilbilê, Ehrezê, Fafîn, Ehdas, Kefernaya.

Kantona Tebqayê;

Bajar: Tebqa, Mensûra, Curniye

Bajarok: Siwêdiyê, Sefsafe, Semsedîn Bo Asî, Hemam, Mehmûdlî.

Li gorî benda 1 a madeya 4’an a qanûnê, yekîneyên îdarî yên jiyangehan wê bi biryara meclîsên gelan ên kantonan nav li jiyangehan bikin, sînorên wan diyar bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar