Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meclisa Iraqê pêşnûmeya derxistina leşkerên DYE’yê qebûl kir

Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya qanûna derxistina leşkerên DYE’yê ji Iraqê qebûl kir

Meclisa Iraqê piştî kuştina Fermandarê Hêza Qûdsê ya Zêrevanên Şoreşa Îranê ya ji aliyê DYE’yê ve bi awarte civiya. Meclisa Iraqê li ser daxwaza “Derxistina hêzên biyanî ji welat û betalkirina peymana ewlehiyê ya stratejîk a bi DYE’yê re” li hev civiya.

Piştî civinê pêşnûmeya qanûna derxistina leşkerên DYE’yê hate dengdan. Meclisa Iraqê biryara derxistina hêzên DYE ji welat da.

Parlamenterê şîe yê iraqî Ammar El Şîblî got ku DAIŞ têk çû û êdî pêwîstî bi hêzên DYE nîne û wiha got: “Em xwedî wê hêzê ne ku ewlehiya welatê xwe bikin.”

DYE ya ku li Iraqê ji Adara 2003’yan heta Tebaxa 2010’an operasyonên leşkerî pêk anî, di Mijdara 2009’an de bi Iraqê re du peymanên stratejîk ên leşkerî îmze kir.

Bi giştî li Iraqê li 9 baregehên leşkerî nêzî 5 hezar û 200 leşkerên DYE’yê hene. BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar