Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava dibe

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Amûdê tê lidarxistin. Tê payîn ku di encama kongreyê de dê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê ragihandin

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi tevlêbûna jinên ji hemû pêkhateyan û bi dirûşma ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriyeya demokratîk e’ li Salona Beylesan a navçeya Amûdê dest pê kir. Salona kongreyê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Hewarî vê tê parastin.

Di salona kongreyê de pankartên ‘Dengê jinên azad mîsogeriya jinên azad e’, ‘Li azadiya jinan xwedî derketin li nirxên jinan xwedî derketin e’ hatibûn daliqandin. Di heman demê de wêneyên şehîdên jin ên Hêzên Ewlehiya Hindûrîn, YPJ, enternasyonalîst û têkoşêrên jin hatibûn daliqandin.

Şandeyeke ji Başûr jî beşdar bû

Jinên ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan, ermen, keldan, şîşanî û çerkez bi cil û bergên xwe yên folklorîk tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de şandeyeke ji başûrê Kurdistanê ku 13 kesan pêk dihat, akademîsyen, malbatên şehîdan, partiyên siyasî, nûnerên rêveberiya xweser, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Kongreya Star, kesayetên serbixwe, jinên rewşenbîr û rexistinên jin amade bûn.

Her wiha nûnerên YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Jinan a Suryan jî di kongreyê de amade bûn. Kongre berdewam e.

Kongre li jinan pîroz kir

Di kongreyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif axivî û kongre li hemû jinan pîroz kir. Yûsif wiha domand: “Jinan dizanî ku dê gelek serkeftinan bi dest bixin. Di şoreşa Sûriyeyê de ku bû şoreşa jinan, ev yek îsbat kir û ji hemû jinên cîhanê re bû mînak. Ji bo dîroka zilaman li ser jinan dubare nebe, em bi hemû şêwazan hewl didin jinan bi rêxistin bikin û civaka demokratîk ava bikin. Heta niha jin rastî îşkence û zilmê tên. Heta niha di bin nav û tawanên derew de tên qetilkirin. Ji ber wê şoreşa me heta niha di destpêkê de ye. Avakirina meclisê li gorî çarçoveya berdewama têkoşîna jinan dest pê kiriye.”

Yûsif: Sîstema jinan a demokratîk dê ava bikin

Yûsif diyar kir ku ew bi hêvî ne ku dê meclisa jinan dê nûnertiya rêveberiya jinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike û dozên jinan di nava aloziya Sûriyeyê de çareser bike. Yûsif got ku meclis her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê ye. Yûsif axaftina xwe wiha domand: “Meclisa Jinan a Sûriyeyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê bibe bingeha avakirina destûra ku jin mafên xwe tê de bi dest bixin. Bi ruhê Arîn û Barînan me dest bi şoreşa jinan kir û bi Meclisa Jinan em ê sîstema jinan a demokratîk ava bikin.”

Dê bandorê li herêmê bike

Di kongreyê de ji fermandarên YPJ’ê Zeynep Efrîn, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û li ser navê şandeya Başûr jî endama Encumena Tevgera Azadî Şeyma Ednan axivîn. Beşdaran kongre li hemû jinan pîroz kir. Axaftvanan lidarxistina kongreyê weke serbilindiyek pênase kir û gotin ku yekitiya jinan dê Sûriyeyeke demokratîk ava bike û bandorê li Rojhilata Navîn bike. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar