Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya xwe ya çalakiyên di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li dar bixe, aşkera kir. Meclisa jinan bi boneya 8’ê Adarê dê heya hefteyekê bi şîara ‘Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê’ her cure çalakiyan li dar bixe û dengê xwe bilind bikin. Meclisa Jinan, dê li Êlih, Mêrsîn, Îzmîr, Antalya, Denîzlî, Eskîşehîr, Aydin, Kocaelî, Stanbol, Amed, Wan, Edene û Enqerê meşên girseyî û mîtîngan pêk bîne. ENQERE