Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Meclisa Jinan a HDP’ê: Binçavkirin êrîşek li ser têkoşîna jinan e

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî biryara binçavkirina 50 jinan a li 14 bajaran da û diyar kir ku ev yek êrîşek li ser têkoşîna jinan e.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî biryara binçavkirina 50 jinan a li 14 bajaran da.

Di dema daxuyaniyê de endamên Meclisa Jinan a HDP’ê jî amade bûn. Başaran diyar kir ku bi binçavkirinê êrîş li ser têkoşîna jinan tê kirin û wiha got: “Desthilatdarî, Serdozgeriya Komarê mîna rêbazeke klasîk a AKP’ê ev yek weke ‘operasyona li dijî terorê’ di çapemeniyê de belav kir. Lê belê em baş zanin bê ev operasyon tê çi wateyê û AKP-MHP dixwaze encameke çawa bi dest bixe.”

Êrîşê destkeftiyên jinan dikin

Başaran got, “Em di pêvajoyeke hilbijartinê de ne. Li aliyekî hewl tê dayin ku şer û kaos bê kûrkirin, şer û kaos li her qada civakê tê birêxistinkirin, li aliyê din jî li dijî têkoşîna jinan ku hêza herî rêxistinbûyî ye, bi girtinê, marjînalkirinê û cihêkariyê dikin hedef û bi vî rengî dixwazin gavê paşve bide avêtin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di hefteya 25’ê mijdarê de li hemberî jinên TJA’yî, li hemberî endamên Tevgera Jinên Kurd operasyonek hat lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Her gava ku tengav dibin, destpêkê êrîşî têkoşîna jinan dikin. Desthilatdariya heyî hewl dide bi vê rêbazê li ser piyan bimîne.”

‘Em zanin ku ditirsin’

Ayşe Acar Başaran anî ziman, ku li Tirkiyeyê her roj herî kêm jinek tê kuştin, bi dehan jin bi gumanbarî jiyana xwe ji dest didin, gef lê tê xwarin, destdirêjî û destavêtin lê tê kirin û got, “Desthilatdariya ku divê van pirsgirêkan çareser bike, jinên ku têkoşîna vê dimeşînin dike hedef. Hewl dide ku bi jinan gavê bi paş ve bide avêtin. Her roj şer kûrtir dibe û fatûreya herî mezin jî li jinan tê birîn. Êrîş li dijî wan jinan tê kirin ku li ber şer radibin. Ji ber ku li qadan dibêjin, ‘Ev şer ne şerê me ye’ îro êrîş li wan tê kirin. Ev şer şerê desthilatdariyê ye, operasyonên we yên desthilatdariyê ye. Jin ber ku dibêjin, ‘ev şer ne şerê dewletê, gel an jî mayindebûnê ye, şerê we ye’, jin dibin hedef. Em zanin ku ditirsin. Lewma jî desthilatdarî gelekî êrîş dike.”

‘Êrîşî felsefeya Jin, Jiyan, Azadî dikin’

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Ji têkoşîna jinan ditirsin. Ji ber ku îro modela li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye afirandin, bûye şoreşek û diyarî hemû jinan hatiye kirin. Ji ber ku şoreş bûye hêviya hevpar a jinan û gelan hemûyan, ewqasî ji têkoşîna jinan ditirsin û êrîş dikin. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro li Îranê li dijî her cure êrîşên rejîma Mola deng vedide, li Îranê bilind bû û li tevahiya cîhanê bû felsefeyek. Êrîş li dijî vê têkoşîna jinan a ku bûye tê kirin. Li Afganistanê ji ber ku jin serî li ber rejîma Talîbanê natewînin, ji ber ku gavê bi paş ve neavêjin, dibin hedef.

‘Em ê paş ve gavê neavêjin’

Em ji vê derê careke din dibêjin; tu hêz wê nikaribe bi têkoşîna jinan gavê paşve bide avêtin. Heta hevaleke me ya TJA’yî, jineke HDP’î, hevaleke me ya femînîst, hevaleke me ya sosyalîst bimîne, wê têkoşîn dewam bike. Em careke din dibêjin; em ê bi desthilatdariya şer û dijminê jinan a AKP-MHP’ê gavê paş ve bidin avêtin, em ê vê desthilatdariyê ji holê rakin. Tu hêz wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng. Ne bendên polîsan, ne jî operasyonên siyasî yên binçavkirin û girtinê. Em ê li gel hevalên xwe yên jin, mil bi mil têkoşînê dewam bikin.”

Piştî daxuyaniyê, Meclisa Partiyê ya Jinan a HDP’ê ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya polîtîk dest bi civînê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar