Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meclisa Jinan a HDP’ê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

Meclisa Jinan ya HDP'ê pêvajoya çalakiyan a 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan li Îzmîrê da destpêkirin.

Meclisa Jinan a HDP’ê li Îzmîrê civîneke çapemeniyê pêvajoya çalakiyên 25’ê Mijdarê da destpêkirin û got, “Li dijî tundî, şer û xizaniyê em serî hildidin.”

Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Jinan, parlamenter, endamên SYKP, DBP, ESP, Jinên Çep ên Kesk, Dayikên Aştiyê, Rengên Berxwedanê, Meclisa Jinan ya DAD, Anyakay-Der, Piştevaniya Mor, TJA, Ege Tuhay-Der, Pîrebokên Kampusê, Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Îzmîrê, Baretiyên Azad, MMO Îzmîr tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li çar aliyên cîhanê jin li hemberî tundiya mêr-dewletê, baviksalarî, şer û xizaniyê li qadan e û got, “Ev raperîn îro li kolanên Îranê bûye Jîna, li Şîlî bûye Las Tesîs, li Meksîkayê bûye Nî Ûna Menos, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûye ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Têkoşîna jinan ku her mezin dibe, li dijî her cure astengiyan bi piştevaniyê li çar aliyên cîhanê dewam dike.”

Di daxuyaniyê de di serî de jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî her cure tundiyê jinên li qadan hatin silavkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji mijdara par û vir ve li Tirkiyeyê herî kêm 335 jin bi destê mêran hatin kuştin û hat destnîşankirin ku ev yek ji polîtîkayên vê desthilatdariyê dûr nîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku desthilatdarî, tecrîda li Îmraliyê da destpêkirin di serî de li girtîgehan li ser civakê hemûyan ferz dike û got, “Şer ji bo jinan tê wateya xizanî, tundiya zayendî, destavêtin û destdirêjî. Şer ji bo jinan tê wateya talankirina ked û bedena jinan. Desthilatdarî hewl dide bi şer û kaosê xwe xwedî bike û desthilatdariya xwe dewam bike. Lê belê li raperîna jinan, li berxwedana jinan, li têkoşîna jinan rast tê. Vê 25’ê Mijdarê jî li dijî tundî, şer û xizaniyê em serî hildidin.

Her ku desthilatdariya bi serweriya mêr êrîş bike em ê bêhtir li ber xwe bidin, têbikoşin, her ku destgîr bike em ê bêhtir xwe bi rêxistin bikin, her ku bibêje bêdeng be em ê dengê xwe bilindtir bikin, her ku derewan bike em ê bidin pey heqîqetê. Di vê 25’ê Mijdarê de dirûşma me ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dengê jinên cîhanê digihîne hev, em ê dakevin qadan. Em ji tundiya mêr re dibêjin ‘no pasaran’. Li dijî faşîzmê em dibin jiyan û hêviyê mezin dikin. Li dijî yên ku me tune dikin, em dibêjin ‘na’. Li dijî yên ku qadan dixwazin li me teng bikin, dem hatiye ku em bi hev re hêza xwe ya rêxistinbûyî nîşan bidin. Em jin, em ê biguherînin. Têkoşîn azadî û wekheviyê ya jinan wê bi ser bikeve. Jin, Jiyan, Azadî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar