Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya ‘Destpêkê Edalet’ ya di 8’ê sibatê de hatibû destpêkirin, kampanyaya ‘Ji Bo Jinan Edalet’ jî dan destpêkirin. Jin ji bo bernameya xwe aşkera bikin li Parka Kugulu ya Enqereyê kom bûn. Jinan maskeyên bi nivîsa ‘Ji bo jinan edalet’ dan ber devê xwe û dirûşmên ‘Ji bo jinan edalet’ û ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin.
Parlamenerên jin jî di nav de komek jin xwestin biçin parkê lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan ew dorpêç kirin û destûr neda jin li parkê bernameya xwe aşkera bikin û bi mertalan jî rojnamegeran asteng kirin. Tenê destûra parlamenterên jin hat dayîn ku daxuyanî bidin.
Dorpêça polîsan
Parlamenterên jin ên HDP’ê li parkê kom bûn û daxuyanî dan. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û destnîşan kir ku astengiya polîsan îro carek din nîşan da ku ew mafdar in dest bi kapmanyayek wiha bikin û li vî welatî maf, hiqûq û edalet di bin pêyên postalan de ye. Başaran anî ziman ku her roj jin tên qetilkirin û ew ji îro pê ve kampanya ji bo jinan edalet didin destpêkirin û ew ê dev ji daxwaza edaletê bernedin.
Piştî daxuyaniya li parkê jin çûn ber Navenda Giştî ya HDP’ê û li vir bi daxuyaniyekê bernameya xwe “Ji Bo Jinan Edalet” aşkera kirin. Jinan di daxuyaniyê de bi qûrdeleya mor xelek çêkirin.
Ayşe Acar Başaran metna ji bo kampanyayê amade kiribûn xwend.
Tevahiya daxuyaniya bi sernavê ‘Edaleta Mêran Na, Ji Bo Jinan Edalet’ wiha ye:
“Îktîdara mêran a AKP-MHP’ê çavkaniya xwe ji tundî û kaosê werdigire, li hundir û derveyî welêt polîtîkayên şer dimeşîne, di roja me ya îro de di serî de jin û hemû civak bi tecrîde û bêedelatiyê re rûbirû hatiye hiştin. AKP’ê îktîdara xwe li ser esasê tunekirina yên dijberî xwe û feraseta yekparêziyê ava kiriye û ji bo ji vê krîza ku bi destê xwe afirandiye derkeve hewl dide jinan û derdorên muxalîf bêdeng bike, serî li rêbazen zext û zordariyê yên herî giran dide. Faşîzm sazîbûna xwe pêk tîne, seranserê welêt veguherandine girtîgeheke servekirî û bi meşandina polîtîkayên şer dixwaze hemû civakê tecrîd bike. Li hemberî tecrîdkirina civakê û bêedaletiyê herî zêde girtîgeh bi bertek in. Li girtîgehan, girtiyên siyasî di serî de ji bo ku tecrîda giran û teqez a li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin û li girtîgehan binpêkirinên mafan ku gihiştiye asta îşkenceyê bi dawî bibe 75 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Divê bê zanîn ku tecrîd sûcê mirovahî û bêedaletî ye. Îro tecrîd bûye navekî din ê birçîbûn, feqîrî, bêkarî û tundiya li hemberî jinan. Bêguman tecrîd û bêedaletî herî zêde bandorê li jinan dike. Îktîdara nêr jinan ji qadên jiyanê dûr dixe, malan vediguherîne girtîgehan, jinan ji mafê siyaseta demokratîk bêpar dihêle, hewl dide daxwaza jinan a azadî, edalet û wekheviyê jî tecrîd bike.
Îro di civakê de herî zêde jin li ber xwe didin. Dixwazin bi êrîşên dijminane jinan bêdeng bikin û ger di aliyekî teraziya edaletê de jin hebin, li aliyê din ê teraziyê her cure zext û zordariyan bi cih dikin. Li hemberî bêedaletiyên heyî partiya me di 8’ê Adarê de kampanyaya ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’ da destpêkirin. Wek Meclisa Jinan a HDP’ê û pêkhateyên jin em jî piştgiriyê didin kampanyaya partiya xwe û li hemberî zayendparerestî, mîlîtarîzm û polîtîkayên dijminên jinan dibêjin; ‘Ji Bo Jinan Edalet’.
Ji bo girtiyên jin ên siyasî edalet
Jinên ku li hemberî siyaseta mêran wekheviya zayendan diparêzin û têdikoşin ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê hedef tên nîşandan.
Hilbijartiyên jin ji ber ku siyaseta demokratîk û têkoşîna azadiya jinan meşandin, di dadgehan de li şûna ku bên darizandin îktîdar darizandin û ji bo wê îro rehîn tên girtin.
Fîgen Yuksekdag ê got ‘hikmê kesên ku me rehîn digirin di dîrokê de bi qasî zabitên dadgehê jî ne bi bandor e’, Leyla Guvenê got ‘Ger min bixwesta birevim dê ruhê we jî nehisiya’, Ayşe Gokkanê got ‘Ez mecbur nîn im bibim quleke dewleta we’, Gultan Kişanak a ku li hemberî darbekarên 12’ê îlonê serî netewand, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Şevîn Alaca û gelek siyasetmedarên jin ên din ji ber ku li hemberî serdestiya nêr têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê bi rê ve birin, hatin girtin û em dibêjin; ji bo girtiyên jin ên siyasî re edalet!
Em dibêjin; ji bo hemû jinên bi lêgerîna bi awayê tazîkirî re rûbirû dimîn, jinên ku nikarin pêwistiyên xwe yen herî bingehîn jî bi cih bînin, jinên ku neçar tên hiştin ku tevî zarokên xwe di girtîgehê de bimînin, jinên ku ligel cezayê wan bi dawî bûye lê dîsa jî nayên berdan, jinên ku mecbûr dimînin di şert û mercên dijmirovî de bijîn û ji bo hemû jinên girtî edalet!
Bila qirkirina jinan bi dawî bibe, ji bo jinan edalet
Bi salan e serdestiya mêran jinan tune dihesibîne, îradeya jinan nas nake û hewl dide li hemû qadên jiyanê jinan lawaz bike. Îktîdar nûnerê vê hişmendiyê ye û hewl dide hemû tundiyên li hemberî jinan pêk tê rewa nîşan bide û ji bo vê yekê bingehê amade dike. Li vî welatî her roj herî kêm 3 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Qetilkirina jinan êdî veguheriyê komkujiyê. Ev daneyên heyî tabloya şer tîne bîra mirov. Di serdemên hikûmeta AKP’ê de herî kêm 7 hezar û 600 jin hatin qetilkirin û bi hezaran jin jî rastî her her cure tundiyê tên, avahiyên edliyeyê jî wekî ku veguherîne nixumandin û veşartina sûcên mêran û jin bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. Di bin navê ‘Rewşa Baş’ û ‘Teqdîr’ de daraza mêrên bi qravat cezayan kêm dikin, li şûna ceza bibirin wekî ku xelat dikin, li hemberî daraza mêran serkeftina me ya herî mezin Peymana Stenbolê ye, ji bo parastina vê peymanê em dibêjin; ‘Bila qirkirina jinan bi dawî bibe û ji bo jinan edalet’.
Ji bo jinên ku pergala hevserokatiyê diparêzin edalet
Pergala hevserokatiyê ku di hemû qadên jiyanê de wekheviyê diparêze ji aliyê îktîdarê ve hedef tê girtin. Pergala hevserokatiyê li cîhanê pergaleke bi mînak e lê li welatê me wek sûc tê dîtin û dibe sedema darizandinan. Di encama têkoşîna salan de jinan li hemberî feraseta rêveberina tehekumkar a mêran serkeftina pergala hevserokatiyê bi destxistin û di rêvebiriyên herêmî de xistin meriyetê. Lê qeyûm tayînî ser îradeya gel kirin, bajarên me veguherandin bajarên mêran, saziyên ku li hemberî tundiya li ser jinan têdikoşin û stargehên jinan girtin û xwestin hemû mekanîzmayên ku jin xwe dispêrinê ji holê rakin. Ji ber vê yekê em li dijî qeyûman dibêjin; Ji bo jinên ku pergala hevserokatiyê diparêzin edalet!
Ji bo jinên ku mehkûmê feqîriyê hatine kirin edalet
Jin ji aliyê pergala mêrê serdest a kapîtalîst ve wek kedkarên erzan tên dîtin, keda wan tê mêtin, di qadên cemaweriyê de rastî zextan tên, li malê keda wan tune tê hesibandin û di pêvajoya nexweşiya pandemiyê de herî zêde jinan xizanî û tunebûn dît. Qaşo di pêvajoya pandemiyê de ji kar derxistin hatibû qedexekirin lê di bin navê KOD-29 de gelek kedkarên jin, di encama pêkanînên zayendî de ji kar hatin dexistin. Her wiha jinên ku li malê keda wan tune tê hesibandin, di encam bêkarî û feqiriyê de bi tundiya mêran re rûbirû dimînin. Berpirsyarê vê tundiyê îktîdar e, ji ber ku şert û mercên tundiyê bi destê wan tê afirandin û li ser jinan bîat kirinê û ‘jina maqûl’ ferz dikin.
Jin li hemberî îstîhdama bêmisoger îstîhdama misoger dixwazin, li cihê kar li hemberî bêedaletiyê, ji bo heman kar heman meaşî dixwazin û ji bo hemû qadên jiyanê em dibêjin; Ji bo jinên ku mehkûmê feqîriyê hatine kirin edalet!
Ji bo jinên parastina rewa pêk tînin edalet
Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û zayendparêz mêranî pîroz tê nîşandan, mêr ji ber pêkanînên îktîdarê ya ‘xelata ceza nebirînê’ bêtir wêrek tevdigerin û tundiyê li jinan dikin. Dema jin rastî tundiyê tên serî li saziyê dewletê didin, lê jinan paşve dişînin malê û li stargehan bi cih nakin. Ji ber ku ji bo jinên ku bi tundiya mêran re rûbirû dimînin cihê serlêdanê û ewle namîne jin neçar dimînin ku parastina xwe ya rewa pêk bînin. Jin rastî her cure tundiya mêran tên, ji ber ku jiyana xwe diparêzin li dadgehan ango li cihê ku daraza mêran ji her alî ve xwe nîşan dide, bi bêedaletiyê re rûbirû dimînin. Gelek caran ceza li mêrên ku tundiyê li jinan dikin nayê birîn, bi qanûna înfazê serbest tên berdan û ji ber ku jin parastina xwe ya rewa pêk tînin cezayên giran li wan tê birîn. Em li dijî tundiya mêran dibêjin; “Ji bo jinên parastina rewa dikin edalet’!
Ji bo jinên ku jiyan û xwezayê diparêzin edalet
Jin li hemberî pergala baviksalarî ku dijminê xweza û jiyanê ye qadên jiyanê diparêzin û bertek nîşanî polîtîkayên rantê didin. Jinên ku tax, gund û bajarên xwe terk nakin û ji însafa sermayedaran re nahêlin ji bo ekolojiyê têdikoşin û li hemberî qetilkirina xwezayê disekinin. Jin li hemberî HES, kanên komir û madenê û avahiyên rantê li rêza herî pêş têdikoşin, her wiha gund, daristan, çem û rûbarên xwe diparêzin. Em dibêjin; Ji bo jinên ku jiyan û xwezayê diparêzin edalet!
Ji bo jinên ciwan edalet
Li bajarên kurdan nemaze li hemberî jinên ciwan polîtîkayên şer ên qirêj tê meşandin û di encama van polîtîkayan de gelek jin hatin qetilkirin, lê hêzên ewlehiyê ku sûc kirine li derve bi riheti digerin û jiyana xwe didomînin. Xwendekarên jin ên ciwan yên Zanîngeha Bogazîçiyê û jinên xwendekar ji ber ku piştgiriyê didin çalakiyan û li hemberî tundiya nêr-dewlet li ber xwe didin û bi tundî û heqaretên zayendperest re rûbirû dimînin, porên jinan digirin û ji erdê re radikişînin. Herî zêde jinên ciwan ji aliyê îktîdare ve hedef tên girtin û em dibêjin; Ji bo jinên ciwan edalet!
Li hemberî kesên LGBT+ gotinên rik roj bi roj zêdetir dibe. Di berxwedana Bogazîçiyê de careke din hat dîtin ku kesên zayendên cuda tercîh dikin ji aliyê rayedar û berdevkên îktîdarê ve hedef tên nîşandan. Ji bo civakeke ku cihêkarî nebe, rengên cuda sûc neyên dîtin em dibêjin EDALET.
Bloka faşîst a AKP-MHP’ê kûçe û kolan, mal, febrîqe, dibistan veguherandine girtîgehan, bi tecrîdê jinan bênefes dihêlin û em polîtîkayên dijminên jinan qebûl nakin. Li vî welatî bi findê edaletê digerin û jin dê edaletê bînin. Ne edaleta mêran, edaleta rsteqîn ji bo jinan li dijî hemû zextan li hemû qadan, li hemû kursiyan em ê biqîrin û bibêjin; Ji bo jinan edalet.
Ji bo jiyaneke wekhev, azad û adil,
Ji bo civakeke ku bikaribe bijî,
Ji bo jinên ku ji ber şer û xizaniyê neçar mane qadên jiyana xwe terk bikin, bi neçarî koçberiyê hatine kirin û bûne penaber,
Ji bo li dijî şer parastina aştiyê,
Ji bo mafên me yen hatine desteserkirin şûnve bigirin û li deskeftiyên xwe xwedî derkevin,
Li hemberî hemû bêedaletiyan em serhildana xwe veguherînin berxwedana birêxistinkî.
Pergala serdest a mêran dê di encama têkoşîn û piştevaniya jinan de bê guhertin. Em ê bi ser bikevin.” ENQERE