Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya ‘Li dijî îstîsmar, înfaz û qeyûman em hene, têkoşîna jinan li her derê ye’ li Dêrsimê daxuyanî dan. Meclisa jinan aqûbeta Gulistan Doku ya di 5’ê Çileyê de li Dêrsimê hat windakirin pirsîn. Meclisa jinan li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di çalakiyê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî di nav de gelek jin amade bûn.
Ewil parlamentera HDP’ê Dersîm Dag, bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê yên li dijî jinan û wiha got: “Ji me re dibêjin ‘Divê hûn li gorî sînorên me xêz kirine û li gorî daxwazên me bijîn’. Hişmendiya mêrê serdest dixwaze li her derê siyaseta xwe pêş bixe. Dixwaze reng û vîna jinê tune bike. Lê em ê pirsa ‘Gulistan Doku li ku ye?’ û ‘Qatilê wê kî ne’ heta dawî bipirsin. Em li dijî van polîtikayên we serî natewînin. Dê hişmendiya mêrê serdest winda bike, dê têkoşîna jinan bi ser bikeve.”
Wek salên 90’î…
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bal kişand ser polîsên kom bûbûn û ev tişt anî ziman: “Yên bi armanca meşa me asteng bikin kom bûne, ji bo dîtina Gulistan Doku bibînin ew qas kom nebûn. Me dixwest qêrîna xwe li hemû Dêrsimê belav bikin. Lê bi hinceta pandemiyê destûr nadin em bimeşin. Divê kesên me asteng bikin baş zanibin ku mesele ne pandemî ye. Em dizanin ku jin bimeşin bêyî pandemiyê esas bigirin dê wan li pey xwe kaş bikin û binçav bikin. Em dizanin walî û Wezîrê Karên Hundir tu qîmet nade jiyana me jinan. Dema em dimirin, xwe ji cihê xwe jî naleqînin. Li Dêrsimê bi mehan e jinek ciwan winda ye. Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin. Li her derê kamera heye. Lê çawa winda dibe? Wekî salên 90’î mirov winda nabin. Mirov tên windakirin. Siyaseta heyî di 5 salên dawî de şer bêtir kûr kiriye. Lê hêza vî şerî rawestîne dîsa tekoşîna jinan e. Em dibêjin ‘Pergala hevserokatiyê xeta me ya xemrî ye.’ Em vê yekê li her derê dibêjin.”
‘Jin li ser pêyan in’
Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser windakirina Gulistan Doku û wiha got: “Yên ku ew winda kirine divê wê bibînin. Jin tirsa xewnên we ne. Jin dê her tim bibe xewna şevê we. Jin li her derê li ser pêyan in û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratik Rojbin Çetîn îşkence kirin. Em kesên li zindana Amedê tû rûyê îşkencekaran dikirin. Rêhevalên Sara nin. Divê îşkencekar ji vê yekê şerm bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû. DÊRSIM