Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Meclisa Kantona Efrînê mazotê li welatiyan belav dike

Meclisa Kantona Efrînê tevî kêmderfetan jî dest bi belavkirina mazotê li koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê kir. Welatiyan spasiya meclisa kantonê kir

Li ser kantona Şehbayê ambargoyeke giran heye. Li hêlekê hêzên artêşa tirk a dagirker herêmê topbaran dikin û li hêla din hêzên rejîmê li noqteyên kontrolê bacên giran danin ser madeyan ferz dike. Ji ber vê ambargoyê jî hemû made bi bihayekê giran tên firotin. Di van şert û mercan de sotemenî zehmet tê peydakirin. Lê tevî yekê jî Meclisa Herêma Efrînê bi alîkariya Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Şehbayê di 1’ê mijdarê de dest bi belavkirina mazotê li şêniyên herêma Efrînê yên li kantona Şehba û navçeya Şêrewayê kir.

Der barê mijarê de ji rêveberên Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naaso axivî û wiha got: “Ji ber şerê li herêmê me par di peydakirina mazotê de zehmetî dikişandin. Lê me îsal zû dest bi belavkirina mazotê kir. Di destpêkê de li her malekê 200 lître tê belavkirin. Di rojên pêşde dema mazot hate peydakirin dê careke din li şêniyan bê belavkirin. Mazot bê pere tê belavkirin. Li gorî serjimariya par li her du kantonan 60 hezar bermîlên mazotê hatin belavkirin. Lê heta niha me karî 20 hezar lîtreyan peyda bikin. Ez bang li rêxistinên mirovî dikim ku rêyên heyî ji bo derbaskirina alîkariyên bi koçberên Efrînê re hêsan bikin.”

Welatiya bi navê Senaî Berekat a ji Efrînê jî spasiya meclisa kantonê kir ku bi derfetên kêm û zehmetiyan alîkariya wan dikin û mazotê ji wan re peyda dikin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar