Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Meclisa Kantona Şehbayê: Em ê xaka Efrînê ji qirêjiya dagirkeran paqij bikin

Meclisa Kantona Şehbayê bi boneya salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê daxuyaniyek da û ev tişt parve kirin: “Dewleta tirk li ber çavên cîhanê sûcên şer kirin û hê jî dike. Em bi gelê Efrînê re me û heta ku xaka Efrînê ji qirêjiya dagirkeran tê rizgarkirin dê berxwedana me jî bidome.”

Bi binoneya duyemîn salvegera êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê, Meclisa Kantona Şehbayê bi tevlêbûna bi dehan rêveber, endamên meclis û komunan li navçeya Ehrez a Şehbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endamê Meclisa Kantona Şehbayê Nûrî Wilo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku şerê qirêj ê li dijî Efrînê bi serkêşiya serokê giştî yê AKP’ê Erdogan û bi tevlêbûna dehhezaran çete û 72 balafiran ve hate destpêkirin. Hat destnîşankirin ku di êrîşê de sivîl, sazî, nexweşxane, perestgeh û cihên dîrokî hedef hatin girtin û di encamê de mîna li Mabata û Cilbilê, bi dehan komkujî li dijî zarok û jinan hatin kirin. Hat diyarkirin ku ev êrîş û bombebaran li ber çavê civaka navdewletî û rêxistinên mirovî pêk hat.

Sûcên şer ên dewleta tirk

Daxuyanî wiha dom kir: “Li dijî vê dijminatiya barbar, YPG, YPJ û hêzên şoreşger jî 58 rojan li ber xwe dan û destanên dîrokî nivîsandin. Tevî bikaranîna tevahî çekên pêşketî, li hemberî hêzên Efrînê derbên giran xwarin. Di encama êrîşê de zêdetirî 300 hezar efrînî koçber bûn. Bi ser dagirkirina Efrînê re 2 sal derbas bûn. Di vê navberê de hemû cîhanê sûcên şer ên dewleta tirk ên weke kuştin, revandin, îşkencekirina jinan, zarok, şêx û ciwan, dizîn, talankirina milk, şûnwar û şewitandina daristanan, wêrankirina perestgeh û goristanan û guhertina demografyayê bi çavên xwe dîtin. Ev sûc hê jî didome.

Bêdengiya cîhanê şermezar kirin

Em weke Meclisa Kantona Şehbayê dibêjin ku heta dawiyê em bi şêniyên Efrînê re û heta rizgarkirina Efrînê jî dê nesekinin. Di heman demê de em bêdengiya cîhanê bi taybet jî ya NY û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin. Em bang li van hêzan dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku ji xaka me derkeve.

Bang li rejîma Sûriyeyê kirin

Her wiha em bang li dewleta Sûriyeyê jî dikin ku ji bo diyaloga avaker bi Rêveberiya Xweser re, gavên dîrokî bi wêrekî biavêjin. Bi vê yekê re jî ji bo bakurê Sûriyeyê çareseriyeke siyasî bibînin û xaka me ji qirêjiya dewleta tirk û çeteyên wê rizgar bikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar