KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Meclîsa Leşkerî ya HSD’ê bi rengekî awarte civiya

Meclîsa Leşkerî ya HSD'ê li hemberî gef û êrişên dewleta tirk bi rengekî awarte civiya û destnîşan kir ku ew amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re bi koordîneyî tevbigerin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo bûyerên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne, bi rengekî awarte civiya.

HSD’ê sekna gelê herêmê ku li pişt şervanên HSD’ê disekine silav kir û bang li gel kir ku vê xwedîderketinê dewam bike.

HSD’ê ev daxuyanî da: “Bi amadebûna fermandarên meclîsan û komên leşkerî, Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim piştî gefên dewleta tirk ên pêkanîna êrişeke nû li dijî herêmê, civîneke awarte li dar xist.

Di civînê de, Fermandariya Giştî detayên destdirêjiyên dewleta tirk di demên dawîn de li ser herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic û Şehbayê nîqaş kir. Fermandarên meclîsên leşkerî li wan herêman rewşa dawîn û bandora wê rewşê li ser jiyana sivîlan û rêbazên parastina sivîlan, şîrove kir.

Di civînê de bandora êrişeke nû ya dewleta tirk li ser rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî herêmên wekî hedef hatine diyarkirin, hate gotûbêjkirin. Hate piştrastkirin ku êrişeke nû dê sûriyan vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyeyê û hate diyakririn ku projeyên dagirkeriyê û di nav de gefên dawîn destpêka parçekirina Sûriyeyê ye.

‘DAIŞ ji dewleta tirk sûdê werdigire’

Di civînê de bal li ser bandora êrişeke dewleta tirk li ser şerê li dijî DAIŞ’ê jî hate kişandin ku di demên dawîn de DAIŞ’ê ji êrişên dagirkeriyê sûd wergirt û pê re xeterî zêdetir bû.

Di civînê de hate ragihandin ku HSD berî her tiştî girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan. Di heman demê de ji bo parastina xak û şêniyên herêmê, hêzên HSD`ê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye.

Her wiha hate piştrastkirin ku êrişeke muhtemel a dagirkeriya tirk wê bandorê li îstiqrar û yekitiya xaka Sûriyeyê bike, ev êriş ne tenê li herêmên werin hedefgirtin dê were bersivdayîn, lê belê dê herêmên din ên li xaka Sûriyeyê ya dagirkirî jî bigire nava xwe.

Banga xwedîderketinê

Helwestên şêniyên herêmê ku piştgiriyê didin şervanên HSD`’ê hate silavkirin, bang li şêniyan hat kirin ku destekdayîna xwe bidomînin û piştgiriyê bidin her biryara ku HSD`ê li dijî dagirkeriya tirk bide.

Her wiha hate teqezkirin ku ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel ya dagirkeriya tirk û parastina xaka Sûriyeyê, hêzên wan amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re koordîneyê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar