Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Meclisa Malbatên Şehîdan komplo û bikaranîna çekên kimyewî şermezar kirin 

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê têkildarî Komploya Navneteweyî diyar kir ku “Erka pêvajoyê ew e ku têkoşîn mezintir bibe û gel xwe bi fikirên rêber Apo bi rêxistin bike.”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi minasebeta nêzîkbûna salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û têkildarî bikaranîna çekên kimyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Şirîn Ehmed ve bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî jî ji aliyê endamê meclisê Mihemed Zekî Silêman ve hate xwendin.

Daxuyaniyê bal kişand ser armancên komployê û got: “Bi bilindbûna asta şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn ku li dijî vîn û daxwazên gelan in, salvegera komploya navdewletî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê kurd kir armanc, ev komploya ku nirxên dostanî û mirovatiyê ku welatên Rojavayî hertim xwe bi wan didin nasîn, pûç kir. Ev komploya hovane ya ku di şexsê Rêber Ocalan de gel, dîrok û çanda kurdî armanc girt tevî ku kiryarên wê roj bi roj bi xapandin û planên nû yên hovane pêk tînin. Lê li hember berxwedana mezin a ku rêber Apo li zindanê û gerîlayên qehreman li çiyayên Kurdistanê nîşan didin, hemû plan û armancên pûç dibin û têk diçin.”

Her wisa di derbarê helwesta wan ji salvegera komployê daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em careke din li hemberî komplogeran bi kîn û hêrseke mezin meha sibatê pêşwazî dikin, komploya ku ji hemû aliyan ve vala derket. Di vê bîranîna bi êş de em bang li civaka navneteweyî û saziyên pêwendîdar dikin ku ji bo rawestandina tecrîda li ser Rêber Apo demildest bikevin nava liv û tevgerê û destûr bidin ku parêzer bi rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta tirk ya dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin: “Ji bo ku berxwedana gelê me ji holê rake û ji bo têrkirina meylên xwe yên şovenîst tu carî dudilî nebû ku hemû çekên nûjen û qedexe li dijî îradeya gelê me û gelên herêmê bi kar bîne. Û bi bilindbûna asta berxwedanê li çiyayên Kurdistanê û bi sekna lehengên me li hember zilm û zordariyê, vî dijminî hemû çekên nûjen û qedexe bi kar anî, berê li Agirî, Dêrsim, Cûdî û Çelê bi kar aniye û niha jî li Zap, Avaşîn û Metînayê bi kar tîne. Lê belê li hember hevgirtina berxwedana gel a bi gerîla re, dijmin nekarî tu serkeftinên girîng bi dest bixe.”

Daxuyaniyê helwesta sazî û rêxistinên navneteweyî şermezar kir û wiha diyar kir: “Li gel delîlên aşkere ku bikaranîna van çekan ji aliyê faşîzmê ve îspat dike, civaka navdewletî nikarîbû Erdogan rawestîne û wî di sînorê wî bisekinîne. Bi vê boneyê em bang li saziyên pêwendîdar ên weke Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekan dikin ku bi lez û bez mudaxeleyî bikaranîna van çekan bikin ku vîna gelê me dikujin û bang li hêzên demokratîk yên cîhanê dikin ku zext li vê rejîma faşîst bike ku dest ji kiryarên xwe yên dijminane yên li dijî gelê me yê berxwedêr berde. Em bang li Amerîka û Ewrûpayê jî dikin ku desteka xwe ya bêsînor a ji bo Erdogan rawestînin û hinartina çekên ku gelê me dikujin rawestînin. Her wiha em bang li hemû gel û rêxistinên azadîxwaz dikin ku nerazîbûna xwe ya li dijî pêkanînên dewleta tirk ên li hemberî gelê me yê kurd ê ji bo azadiya xwe têdikoşe mezintir bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan got: “Di vê salvegerê de em destnîşan dikin ku divê gelê me yê kurd li her derê hêza xwe û dengê xwe li çar aliyên cîhanê ji bo teşhîrkirina faşîzmê bike yek û em teqez dikin ku gelê me wê bê deng nemîne û wê bi hemû hêza xwe li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bide. Her wiha wê refên xwe li pişt gerîlayan ku vîna gelê me ne ji bo serkeftinê bike yek. Her saleke ku di ser komployê re derbas dibe, êşa me mezintir dibe, lê ya ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna xwe mezin bikin, ji bo birêxistinkirina gelê xwe, xurtkirina pergala xwe ya parastinê, projeya ku Rêbertî ji bo azadiya jinan û civakê daye destpêkirin, temam bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de gerîlayên li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî hemû çekên pêşketî û qedexe şer dikin û li ber xwe didin, hatin silavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar