Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê hat avakirin

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ya ku di nav de gelek siyasetmedar, çalakger û xebatkarên medyayê cih digirin hat avakirin

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ya ku dixwaze geşedanên li Kurdistanê, êrîşên dagirker û komkujiyên li ser gelê kurd ragihîne û rojevê çêbike, hat avakirin.

Meclise diyar kir ku ew di têkoşîna azadiyê de çepereke nû ava dikin û wan bi navê Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê dest bi xwerêxistinê kirine.

Di peyama avakirinê ya Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê de ev tişt hat diyarkirin:

“Wê hemû platformên medyaya dîjîtal a Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser gelê kurd û li hemberî qirker û mêtingeriyê wê xeteke nû ya têkoşînê ava bike.

Wê meclis daxwaza jiyana azad û statuya siyasî ya Kurdistanê geş bike. Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ji bo ku li hemberî derewên Modernîteya Kapîtalîst şer bike û tevî hemû hêzên şoreşger û demokrasiyê yên dinyayê bi hev re bimeşe, hatiye avakirin.

Em dengê medyaya dîjîtal a Tevgera Azadiyê ne ya ku li hemberî mêtingerî û faşîzmê şer dikin. Em berdevkê medyaya dîjîtal têkoşîna ji bo azadiya Bakur, Başûr û Rojhilat in. Rêya ku Şoreşa Rojava ji bo mirovayetiyê vekiriye dê bibe rêberê Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê rêya me ya li medyaya dîjîtal ronî bike.

Meclisa me navnîşana medyaya dîjîtal a têkoşîna li hemberî tacîz, tecawiz û serweriya mêran e. Meclisa me her têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û edaletê wekî têkoşînê qebûl dike. Em ê tevî hemû gelên dinyayê yên li dijî neheqiyê serî hildidin, têbikoşin û pireke hevgirtinê ava bikin.

Em dixwazin medyaya dîjîtal bikin platfomeke berxwedanê û çi kesên ku bixwazin dikarin tev li vê platformê bibin. Ev vexwendin ji bo ragihandina dengê gelê kurd e. Ji bo ku em derewên mêtingeran, manîpulasyonên faşîzmê bidin sekinandin û berxwedana azadiyê ragihînin medyaya dîjîtal ev platform hatiye avakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar