Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Meclisa Şaredariya Amedê bi awayeke fiîlî hate feshkirin

Qeyûm Hasan Basrî Guzeloglu ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye tayînkirin, bêyî endamên meclisa şaredariyê, bi tevlêbûna 5 karmendan civînek li dar xist. Qeyûm û koma xwe di civînê de meclisa şaredariyê fesh kir

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxa îsal de waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Rêveberiya qeyûm civîna xwe ya yekemîn a meclisê jî di 11’ê îlonê de pêk anî.

Derket holê ku qeyûm Guzeloglu li şûna ku civînê bi tevlêbûna 68 endamên meclisê yên HDP’ê, 22 endamên meclisê yên AKP’ê û 3 endamên meclisê yên SP’ê pêk bîne, bi 5 karmendan re civîn li dar xistiye.

Heta niha têkildarî ‘Feshkirina meclisê’ ji endamên meclisa şaredariyê yên ku di hilbijartina 31’ê adarê de hatine hilbijartin re tu agahdarî nehatine kirin. Derket holê ku qeyûm civîn bi sekreterê şaredariya bajarê mezin Muhsîn Eryilmaz ku weke ‘mirovê’ wezîrê karên hundir Suleyman Soylu tê naskirin, wekîlê Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Destekê Zekî Karahan, wekîlê Serokatiya Daîreya Karên Nivîsan û Biryarê Hasan Yildirim, wekîlê Serokatiya Daîreya Îmar û Bajarvaniyê Sebahat Eşsîzoglu jî di nav de, bi komeke ji 5 kesan pêk dihat re li dar xistiye û biryara feshkirina meclisê daye.

Di heman civînê de qeyûm, biryara çêkirina 5 mizgeftan a ku Meclisa Şaredariya Peyasê dabû û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê erê kiribû jî betal kir.

Bi vê yekê meclisa şaredariyê ya hilbijartî bi awayekî fiîlî hate feshkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar