Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Meclisa Serêkaniyê: Em herêma di bin çavdêriya dewleta tirk de red dikin

Meclisa Navçeya Serêkaniyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha bang li hêzên navdewletî kir: “Ger ku herêmeke biewle bixwazin, divê herêm ne di bin çavdêriya dewleta tirk, di bin çavdêriya hêzên cîhanî de be. Ji ber ku artêşa tirk xaka me talan dike.”

Meclisa Navçeya Serêkaniyeyê têkildarî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser Serêkaniyê û komkujiyên wan ên der barê gelê Serêkaniyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Dibistana Ehmed Xelef a li taxa Salihiyê ya Hesekê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa Serêkaniyê Fadiya Îbrahîm ve hate xwendin û di daxuyaniyê de gelek endamên meclisê û welatiyên koçber jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê li dijî êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên hov bisekinin û ev tişt hatin gotin: “Em ê di heman demê de li hemberî çekên kîmyewî yên ku bikaranîna wan ji hêla civaka navdewletî ve hatine qedexekirin jî bisekinin. Artêşa tirk mal û gundên me wêran kirin, gelê me koçber kir û bi hemû kiryarên dizî, şewat û talankirinê rabû. Em van kiryarên qirkirinê şermezar dikin.”

Banga girîng

Bi berdewamî jî bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û Konseya Ewlekariyê ya NY’yê hate kirin ku dawî li van kiryarên dewleta Osmanî ku AKP, Erdogan û çeteyên wê nûnertiya wê dikin, bisekinin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ne şerxwaz, aşîtîxwaz in. Em Sûriyeyeke yekgirtî dixwazin û dagirkeriyê red dikin. Ger ku herêmeke biewle bixwazin, divê herêm di bin çavdêriya dewleta tirk de nebe. Divê di bin çavdêriya hêzên cîhanî de be. Dewleta tirk xaka me talan dike.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar