Lijneya Giştî ya Meclisê ji bo hevdîtina tezkereya serokomariyê ya têkildarî şandina leşkeran a Lîbyayê dê sibê bicive
Lijneya giştî ya tirk Meclisê ji bo hevdîtina tezkereya serokomariyê ya têkildarî şandina leşkeran a Lîbyayê, li ser banga serokê meclisê Mûstafa Şentop dê sibê bi awayekî awarte bicive.
Di hevdîtina ku sibê saet di 14.00’an de di bin serokatiya Şentop de dest pê bike de dê tenê mijara tezkereya serokkomariyê ya têkildarî şandina leşkeran a Lîbyayê bê nirxandin. Di van hevdîtinan de her komên partiyan bi qasî 20 deqeyî mafê axaftinê bigirin û biaxivin.
Piştî hevdîtinan dê dengdayîna tezkerereyê pêk bê. ENQERE