Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meclisa tirk Tezkereya Lîbyayê erê kir

Meclisa tirk di encama dengdanê de bi dengên AKP û MHP’ê qebûl kir ku leşkeran bişînin Lîbyayê.

Di meclisa Tirkiyeyê de tezkereya ku wê leşkeran bişînin Lîbyayê bi dengê AKP-MHP’ê hate erêkirin. Di dengdana vekirî ji 509 dengan 325 dengên erê, 184 deng jî na hatin dayîn.

Di meclisê de ewil li ser navê ÎYÎ Partiyê Aytun Çiray axivî û got ku ger tezkereyeke evqas girîng e çima serokkomar nehatiye meclisê. Çiray da zanîn ku vê tezkereyê erê nakin. Li ser navê MHP’ê Erkan Akçay axivî û îdia kir ku ji bo aştiya herêmê leşkeran dişînin Lîbyayê.

Li ser navê koma HDP’ê Tulay Hatîmogullari axivî û destnîşan kir ku leşker şandin û pêngava Lîbyayê dagirkerî ye. Parlamenterê CHP’ê Unal Çevîkoz da zanîn ku tezkere Tirkiyeyê ber bi felaketê ve dibe û wekî tezkereya şer pênase kir.

Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş destnîşan kir ku di dîroka Tirkiyeyê de hikûmeta ku herî zêde Amerîkayê hez dike AKP ye. Li ser navê hikûmeta AKP’ê Îsmet Yilmaz axivî û îdia kir ku hiqûqa navneteweyî destûrê dide ku leşkeran bişînin Lîbyayê û tezkereyê derxin.ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar