Bi salan e meclisa Tirkiyeyê şer dixwaze. Çi cara daxwaza teskereya operasyonên dervê sînor dikeve rojeva meclisê, piraniya parlamenterên (ji sedî 70) di meclisê de vê daxwazê erê dikin. Bi awayekî din daxwaza şer, kuştin, talankirin û wêrankirinê erê dikin. Li aliyekî hemû parlamenter angaşt dikin ku demokrasî, hiqûq, mafên mirovan û mafê jiyanê diparêzin, li aliyê din teskereya şer erê dikin. Beriya ku dest bi kar û peyvirê bikin son dixwin. Dibêjin ji bo aştî, demokrasî, mafên mirovan û xizmeta civakê dê kar bikin. Lê her çiqas sond bixwin jî, dema em li pratika wan dinerin, em dibînin ku sonda wan ji bo derewan e.
Di 17’ê cotmehê de Meclisa Mezin a Millet a Tirkiyeyê, tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor qebûl kir. Ajansa Mezopotamya têkildarî teskereyê nûçeyek derbas kir. Di ajansê de wiha hat gotin: “Tezkereya ku ji bo dirêjkirina rayeya ji bo şerê derveyî sînor ê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo Serokkomarê tirk 2 salên din hatiye dayîn, pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin. Piştî nîqaşên li lijneyê, biryara şer a ji bo dengdanê hat dayîn. Tezkere bi dengên parlamenterên AKP-MHP, ÎYÎ PARTÎ, Partiya Saadetê, Partiya Pêşerojê û Partiya Dewa hat qebûlkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û CHP’ê yên beşdarî dengdayînê bûn dengê “na” dan. Li gorî vê yekê 357 parlementeran dengê “erê” û 164 parlementeran jî dengê “na” dan.”
Ev nuce û daneyên vê nûçeyê nişanî me dide ku wekîlên di Meclîsa Tirkiyeyê ji sedî 70’î wan şer dixwazin. Ji sedî 30’î yan jî aştiyê dixwazin. Balkêş e roja ku Îsraîlê Nexweşxaneya Fîlîstînê bombe kir û zêdeyî 500 nexweşî kuştin, meclisa Tirkiyeyê şer û teskere erê kir. Tişta balkêştir li aliyekî hemû partiyên di meclisê de êrîşa Îsraîlê ya li dijî Fîlîstînê şermezar dikin û li dijî şerê wan derdikevin, li aliye din ji bo xwe teskereya şer derdixin
Dîsa tişta balkêştir, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, di daxuyaniyeke xwe de şer û êrişên Îsraîlê yên li dijî Fîlîstinê bi tund rexne dike û wekî dagirkerî, talankirin, wêrankirin û diziyê pênase dike. Lê li aliye din çend salên dawî artêşa Tirkiyeyê û artêşa mîlîtarîst OSO ku girêdayî artêşa tirk e bi hevre Serêkaniyê, Eyn Îsa, Efrîn, Ezaz, Bab, Îdlib dagir kirine. Dibistan, qereqol û baragehên xwe li wir ava kirine. Lê vê yekê wekî dagirkerî, wekî talankirin û wêrankirinê nabînin.
Gelo parlamenterên li meclisê ku bi dengê gel hatine hilbijartin û Wezîrên dewletê gelê xwe gor û nezan dihesibînin.
Li aliyekî dê şerê li dervê xwe rexne bikin û şermezar bikin, li aliyê din dê dagirkerî, talankirin, wêrankirin û kuştina xwe rewa bibinin. Li aliyekî dê şer şermezar bikin, li aliyê din dê her roj bi SÎHA û ÎHA’yan li Qamişlo, Serêkaniyê, Kobanê, Efrînê, Mexmûr, Şengal, Hewler, Silêmaniyê û gelek bajarên Kurdistanê welatiyên sivî qetil bikin. Kurd bi her awayî li dijî şer dengê xwe bilind dikin. Lê gelê tirk û milletên din gelo ji bo vê helwesta parlamenterên AKP, MHP, ÎYÎ Partî, Saadet, Gelecek, DEVA çima dengê xwe bilind nakin. Çima ji vê xapandin û dirûtiya parlamenter û wezîran razî ne. Çima ji kuştin, talankirin û wêrankirinê razî ne? Çima çima???.
Bala xwe bidinê, li gorî daneyên Tîmê Avakirina Aştiya Civakî (CPT), Tirkiye di 10 mehên sala 2023’an de bi êrîşên SÎHA’yan tenê li Başûrê Kurdistanê 10 welatiyên sivîl qetil kirine. Ji 1’ê Çile heta 17’ê cotmeha 2023’an Tirkiye di êrîşên bi SÎHA’yan de 10 sivîl qetil kirine û 12 sivîl jî birîndar kirine. Ev êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn bêtir in.
Em her roj dibinin ku li Efrîn, Şehba, Serêkaniyê, Girê Sipî Eyn Îsa jin, zarok, ciwan tên revandin. Mirov tên qetilkirin. Hemû bi destên komên çete û hêzên mîlîtarîst ku Tirkiye rê li pêş wan vekiriye. Her roj SÎHA yên ji Tirkiye radibin diçin Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombe dikin. Ev yek têrê nake, vê carê bi ser wê de Meclîsa Tirkiyeyê radibe 2 salên din teskereyê dirêj dike. Navê vê yekê erêkirina şer e. Navê vê yekê erêkirina kuştina sivîlan e. Navê vê yekê erêkirina talankirin, wêrankirin û dagirkirinê ye. Divê gelê Tirkiyeyê vê rastiyê bibinê û êdî helwesta xwe ya li dijî meclise bîne ziman. Divê êdî gelê Tirkiyeyê vê yekê qebûl neke. Ji ber ku îro eger qeyrana aborî hebe, sedema yekemîn şerê li Kurdistanê ye. Sedema yekemîn lêçûna ku ji artêşê re tê veqetandin e. Heta ku gelê Tirkiyeyê vê rastiyê nebine û li dijî vê yekê bertekên xwe nîne ziman, dê bêtir winda bike. Dê bêtir xizan û nezan bibe. Her ku xizan û nizan bibe dê bêtir kole bibe.