Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Meclisa Xweser a Şengalê: 8 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrîşa dewleta tirk a duh li Nexweşxaneya Sikeniyê ya Şengalê pêk anîbû daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de 8 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûne

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrîşa dewleta tirk a duh li Nexweşxaneya Sikeniyê ya Şengalê pêk anîbû daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de 8 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûne

Daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye:

“Ji Çapemenî û Raya Giştî Re;

Ev bi hefteyan e ku em wekî civaka êzidî şîna şehîdên xwe dikin. Ji ber ku desthilatdarên cîhanê û dijminên Êzdiyatiyê meha tebaxê li me kirine meha fermanê. Meha 8’an ji bo me kirine meha reş. Destpêka mehê di salvegera fermana 2014’an de me şehîdên xwe yên fermanê bibîranîn. Di 14-15’ê Tebaxê de me qurbaniyên komkujiya Til-Izêr,Sîba Şêx Xidir, Girzerik û Koçoyê bîranîn. Her wiha 15’ê Tebaxê salvegera şehadeta Mamê êzidiyan, stûna Êzîdxanê Mam Zekî bû. Me ked û hewlên wî yên ji bo Êzîdxana azad bi minetdarî silav kir.

Lê ji ber ku dijminên Êzdiyatiyê van komkujiyan ji bo me têr nedîtin, êrîşên xwe berdewam kirin. Du roj beriya niha, 16’ê Tebaxê li sûka kevin a Şengalê êrîşeke bêbext a komploger li hemberî fermandarê me yê hêja û parêzvanê Şengalê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hate pêşxistin. Êrîşeke namerd, bêbext û bi dek û dolaban ve tijî. Wekî tê zanîn hevalê Seîd Hesen li gel ku fermandarekî hêja ya civaka êzidî bû her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê gelek kar û barên giranbuha yên siyasî û diplomatîk dimeşand. Beriya niha gelek caran bi şandeyên hikûmeta Iraqê re rûniştiye û hewl daye Xweseriya Şengalê mîsoger bike. Du roj berê ango 16’ê Tebaxê jî Şehîd Seîd Hesen li ser navê Rêveberiya Xweser amadekariya hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî dikir. Di rojeke bi vî rengî de ew û hevalên wî hatin armanc kirin û şehîd ketin.

Êrîş ber çavên Kazimî pêk hat

Ev êrîş li ber çavê Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêk hat. Kazimî wek Serokwezîr ewroj li Şengalê bû. Lê der barê vê êrîşê de ne serokwezîr Kazimî ne jî hikûmeta Iraqê tu daxuyanî nedan. Li şûna ku li hemberî dagirkeriya tirk çend gotinan bike, serokwezîr Kazimî li ser gomên komî yên Koçoyê got ku ew ê têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk re xurttir û berfirehtir bikin. Her wiha Peymana 9’ê Cotmehê xist rojevê û got ew dixwazin vê peymanê bixin meriyetê. Rojev, helwest û gotinên serokwezîr Kazimî yên piştî êrîşa hovane ev bûn.

Hê konê sersaxiyê ya hevalê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda li erdê bû û şîna wan dihat kirin, duh jî dewleta tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşeke hovane li Nexweşxaneya Sikêniyê kir. Beriya her tiştî em dixwazin vê tiştê bêjin; êrîşên du rojên dawî ya li ser Şengalê xelekek nû ya li ser fermanan e. Ev êrîşên rojane an jî ji rêzê nînin. Em baş di wê ferqê de ne ku dijminên Êzdiyatiyê bi van êrîşan dixwazin çi bikin û çi peyamê bidin me.

Êrîşa Nexweşxaneya Sikeniyê ne êrîşeke ji rêzê ye. Wekî yek ji sûcên mirovahiyê ketiye nav rûpelên dîrokê. Ji ber ku li gor yasayên navneteweyî jî li gor wijdan û exlaqa civakî jî, êrîşa li ser nexweşxaneyê sûc e, bêexlaqî û bêwijdaniyeke mezin e. Li gorî yasayên şer jî nexweşxane nayê bombebarankirin, êrîş li ser nexweşxaneyan nayê kirin. Wekî di daxuyaniya YBŞ’ê de jî hatibû diyarkirin, ev nexweşxane di heman demê de di xizmeta civaka êzidî û ereb de bû. Dayik, zarok, keç û xortên civaka Şengalê di vê nexweşxaneyê de dihatin dermankirin. Lê dewleta tirk a dagirker li ber çavê hemû cîhanê vê nexweşxanê bi balafirên şer bombe kir. Li ber çavê hikûmeta Iraqê, li ber çavê Neteweyên Yekbûyî, li ber çavê hemû dinyayê vê êrîşe kir. Ne carekî jî 4 caran nexweşxane bombebaran kir. Piştî êrîşa yekemîn xelkê ku xwest xwe bigihîne birîndaran, carekî din hatin bombebaran kirin. Xelkê canê xwe da ber xwe û wisa şehîd û birîndarên xwe ji bin xirbeyan derxist. Di bombebaranê de nexweş, bijîşk û xebatkarên tenduristiyê, şervanên YBŞ’ê ku ewlehiya nexweşxaneyê dikirin, hemû hatin armanc kirin.

Fermana nû ya li ser êzidiyan

Ev hemû êrîş hewldanên fermanên nû ya li ser êzidiyan e. Tiştê ku ji van hemû êrîşan re dibe zemîn jî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta tirk, hikûmeta Iraqê û PDK’ê de ye. Gelê me ji destpêkê ve vê peymanê wekî peymana fermanê binav kiribû. Li hemberî vê peymanê berxwedaneke dîrokî pêş xistibû û di esas de ev peyman bêhikum kiribû. Di kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ev peyman wekî fermaneke nû û komployekî hatibû tarîf kirin.

Heya niha dixwestin bi zextên siyasî, bi dorpêçkirin û bi gefan vê peymanê bixin meriyetê. Lê nekarîn îradeya me teslîm bigirin. Xuya ye dijminên Êzdiyatiyê li hemberî vê sekn û helwestê, planeke nû di asta komployê de xistine meriyetê û biryara van êrîşan dane. Di salvegera fermanê de, di 3’ê Tebaxa îsal de serokê PDK’ê Mesut Berzanî bi boneya salvegera fermanê peyamek belav kiribû û li şûna ku ji ber reva PDK’ê rexnedanê bide, gef li Şengalê kiribû û gotibû ‘Şengal mîna niha namîne’. Yanî ew ê rewşa Şengalê biguhere. Jixwe ev demekî ye PDK bi daxuyaniyên xwe Şengalê dike hedefa dewleta tirk a dagirker. Heman roj rayedarên amerîkî yên Iraqê, sefîrê tirk a Bexdayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî bi yekdengî Peymana 9’ê Cotmehê xistin rojevê. Em dixwazin bêjin, rast e yê êrîş dike dewleta tirk a dagirker û qirker e. Lê em baş dizanin ev êrîş di çarçoweya plansaziyeke herêmî û navdevletî de pêş dikevin.

Bedel çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin

Me berê jî got em niha jî dibêjin; Em çiqas bedelên giran jî bidin, em rê nadin komploya 9’ê Cotmehê pêk were. Gotina me ya dawî ev e. Heya hikûmeta Iraqê jî li hemberî dagirkeriya dewleta tirk gaveke navêje, helwest diyar neke Iraq jî şîrikê vê êrîşê ye. Jixwe ji Peymana 9’ê Cotmehê heya niha çi wext rayedarên hikûmeta Iraqê hatine Şengalê, êrîşên dewleta tirk çêbûne. Herî dawî di serdana Serokwezîr Kazimî de ev êrîşên dawî pêş ketin. Lê balkêş e, ne serokwezîr daxuyaniyek daye ne jî hikûmeta Iraqê. Em dipirsin; çima hikûmeta Iraqê bêdeng e? Di vê komployê de rola hikûmeta Kazimî çi ye? Dewleta tirk çawa asîmanê Iraqê ji bo qetilkirina hemwelatîyên êzidî bikar tîne? Heya niha parlamentoya Iraqê, partiyên siyasî yên Iraqê, derdorên olî tu daxuyanî der barê van êrîşan de nedane. Ev bêdengî vê tiştê bi me dide fikirandin. Xuya ye di van êrîşan de hevpariya van hemû hêzan heye. Xuya ye Iraq, PDK, dewleta tirk di bin çavdêrê û piştevaniya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê de dixwazin bi van êrîşan Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê. Em dixwazin bi taybet ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî pirs bikin, li ber çavê we êrîşê nexweşxaneyek hate kirin û komkujiyek pêk hat. Li gor hevpeymana we jî ev sûcê mirovahiyê ye. Nûnertiya we ya ku her roj der barê Şengalê de daxuyanî li ser daxuyanî dide, çima ji bo vê êrîşê tiştek nabêje?

Berpirsyar hikûmeta Iraqê ye

Êrîşên dawî her çiqas bi destê dewleta tirk tê kirin jî, berpirsyariya siyasî ya van êrîşan li ser milê hikûmeta Iraqê ye. Ji ber ku Şengal di bin serweriya Iraqê de dijî. Lê di van êrîşan de jî derket holê ku Iraq nikare civaka êzidî û Şengalê biparêze. Wekî dayikek êzidî pirs kiribû ‘Ka kerameta dewleta Iraqê.’ Cardin îspat bû ku êzidî, parastin û rêveberiya xwe nikare teslîmî tu hêzî bike. Ji bilî mîsogerkirina Şengala Xweser tu rê û rêbazê ku civaka êzidî ji ferman û êrîşan bipareze nîne.

Li ser vê esasê em destpêke bang li hemû civaka êzidî dikin. Xewn û xeyalê Mam Zekî û Şehîd Seîd Hesen e jî. Em tifaqa xwe bikin. Em li hemberî van êrîşan bibin yek dil. Em bi yekitî û tifaqê rê li ber fermanên nû bigirin. Plan û komployeke nû li ser serê êzidiyan digere. Em bi hev re vê plana bêbext xira bikin. Ya din em bang li wijdana mirovahiyê dikin. Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser mirovahiyê ye. Divê li çar aliyê cîhanê mirovahî ji bo parastina Şengalê bikevin nav liv û tevgerê. Û herî dawî em dibêjin ku hûn çi komplo û planan bixin meriyetê jî, em çiqas bedelên giran bidin jî em ji doza Êzîdxana azad, Şengala Xweser nayên xwarê. Bila soza me ji hemû gelê me re be, em ê ji bo mîsogerkirina Şengala Xweser kar û xebatên xwe mezintir bikin. Em ê tola hemû şehîdên xwe rakin. Em sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan û hemû civaka êzidî dixwazin. Şehadeta keç û xortên êzidî îrade û baweriya me xurttir kiriye. Dê Şengal teslîm nebe, dê Şengal li ber xwe bide û dê Şengal azad bibe!

4 şervanê YBŞ’ê û 4 jî xebatkarên tenduristiyê şehîd bûn

Di encama van êrîşên hovane de hejmarek şehîd û birîndarên me çêbûn. Ji duh ve ye ku em hewl didin nasnameya şehîd û birîndaran zelal bikin û ragihînin. Lê ji ber bombebarana giran, teşhîskirina cenazeyan û zelalkirina nasnameya şehîdan dereng ket. Bi giştî di encama êrîşên duh ên li hemberî Nexweşxaneya Sikeniyê 8 kes şehîd bûne 4 kes jî birîndar in. Ji 8 kesên şehîd 4 kes şervanên YBŞ’ê ne ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. 3 şehîd xebatkarên tenduristiyê ne ku xizmeta civaka êzidî dikirin. Şehîda bi navê Muhlîse Sîdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye jî (Bakurê Kurdistanê) di salvegera fermana 2014’an de dema bangawaziya seferberiyê hate kirin, ji bo birînên civaka êzidî derman bike wekî bijîşk hatibû Şengalê û ji wê demê ve ye ji bo xelkê xizmeta tenduristiyê dikir. 4 kesên bi navê Hesen, Evdî, Semîr û Macîd ku di bombebaranê de birîndar bûne jî, hemû xebatkarên tenduristiyê ne.

Navê şehîdan;

Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Şervanê YBŞ’ê

Xidir Şeref (Pîr Xidir), Şervanê YBŞ’ê

Ramî El Salim (Ronî), Şervanê YBŞ’ê yê ereb ji Baacê

Meytem Xidir Xelef  (Serhed Zemar), Şervanê YBŞ’ê yê ereb

Elî Reşo Xidir, Xebatkarê Tenduristiyê

Sedo Îlyas Reşo, Xebatkarê Tenduristiyê

Hecî Xidir, Xebatkarê Tenduristiyê

Muhlîse Sîdar, Xebatkara Tenduristiyê.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar