Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Meclisa Xweser a Şengalê: Em ê hesab ji dijmin û kujeran bipirsin

Meclisa Xweser a Şengalê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker, ji bo êzidiyan bêserî, bêparastin bihêle bi taybetî êrîşî pêşengên civakê dike û destnîşan kir ku armanc û daxwaza Şehîd Seîd Hesen tifaqa êzidiyan bû, dê vê daxwazê pêk bînin

Meclisa Xweser a Şengalê li ser êrîşa dewleta tirk a dagirker ku duh li navenda Şengalê pêkanîbû, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin ku meha tebaxê ji bo êzidiyan bi êş, jan û xemgîniyê dagirtî ye û wiha hat gotin: “Dijminê me her tim xwestine vê mehê ji bo me êzidiyan bikin meha şîn û girî. Weke mînak; komkujiyên Til Izêr, Sîba Şêx Xidir û Gir Zerik a 14’ê Tebaxa 2007’an ku çend roj berê me qurbaniyên wê bi bîr anîn.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîşên hov ên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de dest pê kir ku armanc ji êrîşan tunekirina çand, ol û baweriya êzidiyan bû û dagirkirina Şengalê bû.

Meclisê diyar kir ku 15’ê Tebaxa 2014’an li Koço li ber çavên cîhanê komkujiyeke mezin hate kirin û sala 2018’an di roja salvegera vê komkujiyê de Mam Zekî Şengalî dema ji şîna Koço vedigeriya li gel hevrêyê xwe Mahîr, di êrîşa dewleta tirk a faşîst de şehîd hatin xistin.

Meclisa Rêveberiya Xweser ragihand ku li gel van êrîş û fermanên bi serê wan ve hatiye, dijminê ol, çand, ax û baweriya êzidiyan her roj li pey kuştina êzidiyan e, li pey qetilkirina pêşeng, parêzvan û fermandarên wan e.

Di rojên teng de berevajî ji bo Şengalê kirin

Di daxuyaniyê de meclisê da zanîn ku 16’ê Tebaxa 2021’ê, dewleta tirk a ku dijminê êzidiyatiyê ye careke din êrîşeke bêbext li Şengalê kir û fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd xist û wiha domand: “Ev her du hevalên pêşeng, di rojên teng de berevajî ji bo Şengalê kirin. Em zanin ku dewleta tirk a dagirker ji çar aliyên cîhanê çete kom kirin û bi ser Kobanê û Şengalê de şandin. Wê demê fermandar û pêşengê me heval Seîd tevî malbata xwe ku yek ji wan jî hevalê Îsa bû, çek rakirin û parastina Şengalê kirin, ji bo Êzdiyatiyê şer kirin. Dema xayînan pişta xwe dan Şengalê û xwestin Şengalê radestî DAIŞ’ê bikin wê demê hevalê Seîd rabû û got ‘Em xwedanê miletê xwe ne, em ê parastina xwe bikin. Em şervan in, em fermandar in. Em Şengalê nadin tu kesî, em parezvanên xwe ne, em şerkerên xwe ne’.”

Armanc ji êrîşan dubarekirina fermanê û bêparastinhiştina êzidyan e

Meclisê destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker bi taybetî êrîşê dibe ser şervan û fermandarên Êzidxanê yên ku dibin bingeha tifaqa êzidiyan û şehîdxistina Ş. Zerdeşt, Ş. Êzdîn, Ş. Cîlo, Pîr Hemîd, Ş. Genco, Mam Zekî, Ş. Mahîr û herî dawî Ş. Seîd û Ş. Îsa bi bîr xist.

Li ser armanca êrîşên dewleta tirk jî hat ragihandin ku tê xwestin ferman bê dubarekirin û êzidî bê serî, bêparastin û bêxwedan bên hiştin û ev tişt hat gotin: “Piştî sala 2003’an û heya fermana 2014’an Şengal di bin desthilatdariya PDK’ê de bû. Di dema desthilatdariya PDK’ê de jî gerek caran astengî ji hevalê Seîd re hatine çêkirin ku kar û xebatên ji bo Êzîdxana azad nemeşîne. Gelek caran hewldanên girtina wî hatine kirin. Dixwestin rê li ber hevalê Seîd bigirin ku xizmeta êzidiyan neke. Lê bi israra xwe, bi kesayeta xwe ya berxwedêr, bi dilekî mezin YBŞ bi ked û baweriya kesên wek hevalê Seîd hate avakirin. Her wiha cihekî taybet a hevalê Seîd di Meclisa Gel a Şengalê de jî hebû. Di nav civaka êzidî de cihê hevalê Seîd taybet û cuda bû.”

‘Balkêş e êrîş di roja serdana Kazimî de hat kirin’

Meclisê bi bîr xist ku êrîş di roja serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî de ya li Şengalê pêk hat û wiha got: “Ji salên 80’yî ve ye cara yekem e ku serokkomar an jî serokwezîrek Iraqê serdana Şengalê bike. Hêvî û bendewarî ew bû ku Serokwezîr Kazimî di serdana Şengalê de bi sazî û dezgehên ku îradeya civaka êzidî temsîl dikin re jî hevdîtinê bike. Tam di vê rojê de pêkhatina vê êrîşê, hedef û armancên mezin a dijmin û dagirkeran jî radixe ber çavan.”

‘Daxwaza hevalê Seîd tifaqa êzidiyan bû, em ê vê pêk bînin’

Her wiha Meclisa Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê da û wiha got: “Em ê kesayeta pêşengê civaka êzidî hevalê Seîd di jiyan û têkoşîna xwe de her zindî bihêlin. Em ê bi dehan Seîd, Îsa, Zekî, Mahîr, Gênco, Zerdeşt, Hemîd, Êzdîn û Cîlo derxînin. Em ê xeyalên Mam Zekî û hevalê Seîd pêk bînin û tifaqa êzidiyan ava bikin. Û bila herkes zanibe, em êdî wekî demên berê tola şehîdên xwe li erdê nahêlin. Civaka êzidî hatiye wê astê ku ji dijmin û kujerên xwe hesaba dîrokî bipirsin. Em vê sozê didin hemû gelê xwe.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar