Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

MED-DER qursên soranî û zazakî dide dest pê kirin

Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş têkildarî kursên didin diyar kir ku ji xeynî kurmancî dê qursên soranî jî didin dest pê kirin û bang kir ku gel serî li kursên wan bidin û bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivisînin

Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş derbarê qursên ku li komeleya xwe didin de axivî û diyar kir ku ji meha îlonê ve dest bi ders dayîna kurmancî kirine û wiha got: “Ev sê meh in dersên me dest pê kirine. Niha 14 polên me hene. Di her poleke me de herî kêm 15 xwendekar hene, carna dibin 20-25 kes jî. Astên qursên me yên kurmancî ji destpêkê heta asta mamostetiyê hene û didomin.”

Karakaş da zanîn ku wê bi zaravaya soranî jî qursa vekin û têkildarî qursên wan ên zazakî û soranî ev tişt anî ziman: “Em ê roja şemiyê û yekşemê asta destpêkê ya zazakî vekin. Asta sêyemîn jî niha vekiriye. Ji xeynî wê jî em ê asta destpêkê û yekemîn ên soranî jî bidin destpekirin.”

Di axaftina xwe de Karakaş ji bo serlêda zaravayê zazakî da zanîn ku ji bo qursên zazakî serlêdan kêm in û wiha domand: “Em ji gelê me yê zaza û kurmanc dixwazin ku eleqeyê nîşanî zaravaya me yê zazakî bidin. Em di nava salê de poleke zazakî vedikin ew jî mixabin 15 xwendekar hene. Her wiha ji bo qursa zaravayê soranî jî heta niha 15 kesan serlêdan kiriye û eleqeyeke baş tê nîşandan.

 14 mamoste û 280 xwendekar hene

Karakaş anî ziman ku niha 14 mamosteyên wan ders didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “8 mamoste jî pola mamostetiyê de ne. Qursiyerên ku heta niha serî lê dayî û ders dibînin jî hejmara wan 280 ye. Ji ber ku hevalên biyanî jî eleqeyê nîşanî qursên me didin qursan hinekê dirêj dikin. Qursa destpêkê 4 meh, asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn sê meh û asta mamostetiyêjî neh meh didomin. Ji bo her astê jî em sertîfîka didin.”

Karakaş bal kişand ser lêkolîna kurdî ya ku ji aliyê Navênda Lêkolînê ya Rawestê ve hatibû kirin û wiha got: “Di lêkolînê de ji sedê 18 kesên ku diaxivin, dinivîsin û dixwîninin hene. Mixabin ev hejmareke pir pir kêm e. Armanca me jî ew e ku em vê axaftin, nivîsîn û xwendinê hînî xwendekarên xwe bikin.”

‘Zimanê me bi bişaftineke pir dijwar re rû bi rû ye’

Her wiha Karakaş qala pişaftina ser zimanê kurdî jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zimanê me bi pişaftineke pir dijwar re rû bi rû ye. Divê gelê me vê xetereyê bibîne. Ji ber ku gelek bi zimanê xwe heye û bi zimanê xwe tê nasîn. Zimanê me nasname û hebûna me ye. Em di vê hişmendiyê de bin û li gor vê tevbigerin. Divê serî li qursên me bê dayîn. Em bang li gelê xwe dikin ku bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivîsin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar