Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

MED-DER û Laleş sibê sersalê pîroz dikin

Mala Hunerê ya Laleşê û MED-DER dê sibê li Amedê bi bernameyeke rengîn sersalê pîroz bikin. MED-DER dê di bernameyê de belgeyên qursên xwe yên dawiya serdemê jî li qursiyerên xwe belav bike

Li seranserê cîhanê piraniya neteweyan şeva 31’ê kanûna 2018’an sersala xwe pîroz kir, lê kurdan hê jî sersala xwe pîroz nekiriye. Ji ber ku hesabkirina demê di nav kurdan de cuda ye dê roja 13’ê mehê sersala xwe pîroz bikin. Ji bo pîrozkirina sersalê dê vê rojê li gelek deverên bakurê Kurdistanê kurd li hev bicivin û bernameyên cuda li dar bixin û bi hev re dem derbas bikin.

Di vê çarçoveyê de Mala Hunerê ya Laleşê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî dê sibê li Amedê bernameyeke pîrozkirina sersalê li dar bixin. Li gorî agahiyên ku ji nûnerên her du saziyan wergirt dê bernama li Mala Hunerê ya Laleşê ji 13.00’ê nîvro dest pê bike û heta saetên berê êvarê bi bernameyên cuda yên rengîn bidome.

Di bernameyê de, dê destpêkê axaftin bên kirin û piştî axaftinan jî komeke govendê derkeve ser dikê û govend bigerîne. Piştî koma govendê dê ji aliyê MED-DER’ê bi beşdarbûna nivîskar Omer Fîdan û nivîskar Nesrîn Şanli ve li ser pratîzekirina ziman a di nav sazî û gel de panalek bê lidarxistin. MED-DER her wiha belgeyên qursan ên dawiya serdemê jî bide qursiyerên xwe.

Piştî vê bernameya MED-DER’ê dê ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve lîstika Qirix bê lîstin. Piştî lîstika Qirixê jî dê 3 dengbêj kilamên dengbêjiyê bêjin û piştî dengbêjan jî hunermend Neşet Guçmen dê bi Udê stranên xwe pêşkeş bike. Di dawiya bernameyê de jî hunermend Helîm Omerî derkeve ser dikê û bi stranên xwe bernameyê bi dawî bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar