Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin

MED TUHAD-FED’ê, Roja Dayikan pîroz kir û diyar kir ku ew ê di her şert û mercan de li cem têkoşîna dayikan cih bigirin. Federasyonê ji hikûmetê xwest ku aştî û azadiyê diyarî zarokan bikin.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) di çarçoveya Roja Dayikan de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wekî her serdemê dê îsal jî dayikan bi têkoşîna xwe zilm têk bir û hat gotin ku dayîk bûne pêşengên berxwedanê.

MED TUHAD-FED’ê diyar kir ku Dayîkên Aşitiyê û Dayikên Şemiyê her gav pêşengtiya  pêvajoyên dijwar kirine û wiha got: “Erdnîgariya ku em lê dijîn ji bo dayikên me ji bilî dayikbûnê têkoşîn e. Wekî her serdemê di vê serdemê de jî dayikên me bi têkoşînê bersiv daye zilmê. Dayikên laçikspî, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bi berxwedana xwe pêşengtiya pêvajoyên herî zor û zehmet kirine. Me sala 2020’an de Roja Dayikan bi aloziyekî pêşwazî kir. Bi hezaran dayik bûne deng û ronahiya girtiyan. Roj hat dayik li parqa Koşuyoluyê û roj hat dayikan li qada Galatasarayê li berxwe dan. Di sala 2020’an de divê êdî dengê dayikan bê bihîstin.  Dayikên girtiyan aştî, azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin . Di  2020’an de   şûna gotinên sembolîk  ji dayîkan re, aşitî û azadiyê  diyarî bikin. Dayik li benda aşitî  azadiyeke mayînde ne. Bi taybetî em dikarin bibêjin ku bi qanûna înfazê bi awayekî ne hiquqî parlementoyê de derbas bûye. Lê lidayikan her tim azadî,aşitî û demokrasî parastine. Em wekî komeleya girtiyan bi vê minesebetê roja hemû dayîkan pîroz dikin 7  dubare soz didin dayîkan ku em ê her tim li cem têkoşîna  wan cih bigirin. ” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar