Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

MED TUHAD-FED: Banga ji bo herkesî ew e ku tevlî meşa 9’ê Cotmehê bibin

Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat, diyar kir ku armanca tecrîdê cezakirina civakê ye û wiha domand: “Ji bo tecrîdê, girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, em ê çalakiyên cur bi cur li dar bixin û ji bo meşa 9'ê Cotmehê ku çalakiya me ya ewil e, divê em bi girseyî beşdar bibin.” 

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştavaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) di 30’yê îlonê de bi dirûşma “em ê bi ruhê serhildanê tecrîdê bişikînin” kongreya xwe ya asayî ya 2’yem li dar xist. Hevserokê nû yê federasyonê Kerem Canpolat anî ziman ku dê çalakiyên xwe yên ji bo tecrîdê, girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin zêde bikin. Ji van çalakiyan yek jê jî meşa 9’ê cotmehê ye ku dê di salvegera komploya navdewletî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û MED TUHAD-FED’ê bê lidarxistin.

‘Mirov saxlem dikevin zîndanan û cenazeyê wan derdikeve’

Canpolat anî ziman ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên pir cidî rû didin û got: “Niha li girtîgehên Tirkiyeyê her cureyên behiqûqtiyê tên kirin. Di bin navê Lijneya Înfazê de lijneyek heye, di nava wê de dozger, sergardiyan û midûr hene. Qaşo ev lijneyeke hiqûqî ye lê bi temamî bêhiqûqtiyê dike. Înfaza girtiyên 30 salan belasebeb 6 mehan an jî salekê û du salan tên taloqkirin. Ev li tu devera cihanê tune ye. Piştî 30 salan ji wan re dibêjin ‘tu poşmanî yan na?’ Ev kes 30 salan di girtîgehê de maye û helwesta xwe û baweriya xwe daye der lê radibin belasebeb înfaza wan taloq dikin.”

Canpolat diyar kir ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û berdana wan tê astengkirin û wiha pê de çû: “Herî dawî me li Şakranê hevalê xwe Yilmaz dît. Nexweş bû, lê dereng hat dermankirin û jiyana xwe ji dest da. Mirovên saxlem gava tên girtin, piraniya wan cenazeyên wan ji girtîgehê derdikevin. Di vî warî de bi taybetî di 10 salên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê bêhiqûqîtiyeke mezin heye.”

‘Armanca tecrîdê cezakirina civakê ye’

Canpolat destnîşan kir ku rewşa li girtîgehên Tirkiyeyê ne derî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Tenê rengvedaneke tecrîdê tune ye, çend rengvedanên wê hene. Astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re di hiqûqê, mirovahiyê û exlaqê de tune ye. Tecrîd hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn dibe sedema gelek geşedanên neyînî.” Canpolat diyar kir ku armanca tecrîdê cezakirina civakê ye û ev tişt anî ziman: “Di şexsê civaka kurd de tevahiya civaka Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Ji bo li Tirkiyeyê jiyaneke asayî dest pê bike demildest divê tecrîd bê rakirin. Divê parêzer biçin û bên. Em nizanin ev mirov di kîjan şert û mercî de ne, demildest divê hevdîtin bên kirin.”

Canpolat ji bo tecrîdê bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas be.

‘Emê di 9’ê Cotmehê de li her derê meş û çalakiyan lidarbixin’

Canpolat da zanîn ku di serdema nû de di serî de tecrîdê dê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê şewitandin çalakiyên xwe zêde bikin û wiha derbirî: “Em ê li ber vê bêhiqûqîtiyê bêdeng nemînin. Em ê tevî argumanên hiqûqî yên di destê me de bitêkoşin. Di warê înfazê de divê raya giştî jî baldar be. Di vî warî de xebat û projeyên me jî hene. Em ê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin. Ya lezgîn girtiyên nexweş e. Ji bo taloqkirina cezayê wan çi ji destê me bê em ê bikin. Pergala Îmraliyê heye û kes nizane li wir çi diqewime. Ji bo vê jî em ê di 9’ê Cotmehê de hem li Tirkiyeyê hem jî li deverên din ên cihanê çalakiyan li dar bixin. Li seranserê girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd heye. Tecrîdeke sîstematîk tê pêkanîn. Girtî sirgûnî girtîgehên dûrî malbata xwe tên kirin. Dê ji bo vê jî kampanyayên me hebin. Em ê di rojên pêş de bi çapemeniyê re parve bikin.”

Banga ji bo meşê

Canpolat bal kişand ser girîngiya meşa ku dê di 9’ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin û got: “Tecrîdeke civakî heye. Ger xwedîderketineke girseyî û meşeke girseyî çêbibe, dê heq ji tecrîdê bê derketin. Em careke din bang dikin; divê her kes di vî warî de hesas be. Sedemeke domandina şerê li Tirkiyeyê jî tecrîd e. Sedemeke wê ya din jî guhnedêriya mirovan û bêdengiya wan e. Ji bo dawî li vê bê divê beşdariyeke girseyî li çalakiyên 9’ê Cotmehê bê kirin. Gotinên Ocalan bandorker in, ji lew re ew rêberê gel e. Dewlet jî demildest divê vê rêyê veke û hevdîtina bi malbatê û parêzeran re çêbibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar