Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...
Cuma - 15 Kasım 2024

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

‘MEDYA-DER mala we ye werin li mala xwe fêrî ziman bibin’

Mamosteyê MEDYA-DER’ê Ferhat Topbaş diyar kir ku armanca wan weke berê Bedlîsp bikin navend kurdî û wiha got: “Em dixwazin xelkê Tetwanê, Bedlîs, Hîsan, Xelat û hwd. jî bên li vir perwerdehiyê bibînin. MEDYA-DER mala hemû bedlîsiyan û gel e, bila bên di mala xwe de zimanê xwe fêr bibin.”

Dewleta tirk a faşîst qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelên Kurdistanê dimeşîne. Bajarê Bedlîsê yek ji bajarên ku dewleta tirk a faşîst polîtîkayên taybet ên qirkirinê li ser dimeşîne. Ji bo rê li ber van polîtîkayan bê girtin xwemxûrên zimanê kurdî yên li Bedlîsê di 7’ê tîrmehê de li navçeya Tetwanê Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) ava kirin û dest bi atolyeyên zimanê kurdî kirin. Ji mamosteyên komeleyê Ferhat Topbaş têkildarî xebatên komeleyê û zimanê kurdî banga xwedî derketinê kir.

Topbaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa gundên Bedlîsê û da zanîn ku niha li gundan kurdî zimanê yekemîn e. Topbaş diyar kir ku ji ber zimanê tirkî zimanê danûstandinê ye li navend û navçeyên Bedlîsê axaftina kurdî lawaz dimîne û da zanîn ku xwesteka wan jî ew e ku li navend û navçeyan jî zimanê kurdî bikin zimanê yekem. Topbaş anî ziman ku MEDYA-DER bi piştgiriya gel hatiye vekirin û wiha got: “Armanca me bi vê saziyê ew e ku em zimanê kurdî dîsa belav bikin û her kes bi zimanê kurdî biaxive. Em niha li komeleyê asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn dersan didin. Em du mamoste ne û du polên me hene. Mamsoteyek asta yekemîn û duyemîn, mamosteyê din jî ji bo asta sêyemîn dersan didin.”

Topbaş destnîşan kir ku her asteke wan ji 3 mehan pêk tê ankû ew perwerdehiya polekê di 3 mehan de diqedînin. Topbaş anî ziman ku ew ji bo ji xwendekaran re bibin alîkar pirtûkan jî li şagirtên xwe belav dikin û wiha berdewam kir: “Şagirtên ku astên xwe bi serfirazî xelas kirin em belgeyên mezûnbûnê didin wan. Berê KURDÎ-DER li vir hebû û gelek karên baş meşandin, lê mixabin hat girtin. MEDYA-DER nû ava bû û kêm tê zanîn. Em dixwazin bê nasîn û ne tenê xelkê Tetwanê, her wiha Bedlîs, Hîsan, Xelat û hwd. jî bên li vir perwerdehiyê bibînin. Em li vir karekî profesyonel dikin û em dixwazin gel jî bi xwestek be ji bo hînbûna zimanê xwe.”

Topbaş anî ziman ku ji ber ew ziman weke hebûna miletekî pênase dikin dixwazin gelê kurd jî zimanê xwe hîn bibe û di dawiyê de ev bang kir: “Em vê bangawaziyê li gelê xwe dikin, bila bên zimanê xwe hîn bibin û MEDYA-DER mala hemû xelkê Bedlîsê û mala gel e. Bila bên di mala xwe de zimanê xwe fêr bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar