Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Medyaya ereban serdana Reîsî ya Şamê kir rojeva

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa serdana serokê Îranê ya Sûriyeyê, rewşa şerê Sûdanê û şerê li Ukraynayê kirin.

Rojnameya El Ereb li ser serdana serokê Îranê ji Şamê re wiha nivîsand: “Di roja yekê ya serdana serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ya Şamê de şahiyeke dişibe serkeftina serokê Sûriyeyê Beşar Esed di şerê li dijî muxalifên xwe de, hate lidarxistin. Ew yek piştî leza nêzîkbûna ereban bi Şamê re û nêzbûna vegera wê li Komkara Erebî pêk hat.

Li gorî rojnameyê, çavdêrên dosyaya Sûriyeyê dişopînin destnîşan kir ku armanca serdana Reîsî rê li ber çi qezencên erebî ji normalîzekirina bi Şamê re, qut bike, bi taybet di aliyê aboriyê de.

Çavdêran got serdana Reîsî pir bi baldarî hate lêkolînkirin û armanc jê lihevkirinên aborî yên mezin werin îmzekirin; wek xelatekê ji Îranê re li ser rola wê di piştgiriya Esed de û armanca din jî rê li ber lihevkirinên normalîzekirina Şamê bi dewletên ereban re qut bike. Ji ber ku dibe ev normalîzekirin şansê fînansekirin, çêkirina projeyan û avahîsaziyê ye.

Tiştê dihêle Îran destê xwe deyne ser sektorên stratejîk ên aboriya Sûriyeyê ew e ku mijûlbûna Rûsyayê bi şerê li Ukraynayê re ye.”

 ‘Serdana Reîsî ya li Şamê di çarçoveya qonaxa rûdanên nû de pêk hat’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser mijarê wiha nivîsand: “Serdana Reîsî ya li Şamê di çarçoveya qonaxa rûdanên nû de pêk hat. Ev rûdan di qonaxa têkiliyên Sûriye-Ereban, lihevkirina Îran-Siûdiyê ya bi navbeynkariya Çînê û krîza aborî ya ji ber cezayên Qanûna Qeyser a Amerîkayê de, pêk tên. Hin aliyên ereb hewldanên vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî bi dûrketina wê ji Îranê ve, girê didin. Ev serdana Reîsî teqeziya li ser stratejiya di navbera her du welatan de ye. Di vê çarçoveyê de çavkaniyekî ji şandeya serokê Îranê ji El Exbar re got têkiliyên Îran-Sûriyeyê pir xurt in û tu hêz nikarin her du welatan ji hev qut bikin. Serdana Reîsî serdaneke pir normal e û di çarçoveya piştgiriya gelê Sûriyeyê û aktîfkirina têkiliyên aborî yên her du welatan de, pêk hat.”

‘NY: Agirbesta li Sûdanê berpirsyariya navneteweyî ye’

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsî: “Doh sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres got rewşa li Sûdanê nayê qebûlkirin û divê civata navneteweyî zextê li her du aliyan bike ku agirbestê pêk bînin û diyalogeke siyasî ji bo hikûmeta sivîl li dar bixin.

Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê li Nairobiyê da zanîn ku erka civata navneteweyî ku ji fermandarê Artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan û serokê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo re aşkere bikin ku rewş nayê qebûlkirin.

Di heman demê de nûnerê fermandarê artêşa Sûdanê, Nefuellah El Hac Elî li Qahîreyê got artêşê însiyatîfa agirbestê ya Siûdî-Amerîkî qebûl kiriye, ne navbeynkariyeke çareserkirina şer qebûl kiriye.

El Hac Elî destnîşan kir ku şandeya artêşê bi nûnerê Hêzên Piştgiriya Lezgîn re nacive û dê têkilî bi rêya navbeynkaran be.

El Hac Elî aşkere kir ku divê her mekanîzmayeke ji bo hêsankirina çavdêriya agirbestê bi me re be û bi rêya Komkara Erebî û Yekitiya Afrîkayê be.”

‘Sûîqasta li Pûtîn tevlihevî derxist’

Têkildarî şerê li Ukraynayê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: “Moskovê doh ragihand ku hewldana sûîqastkirina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi 2 balafirên bêmirov li Kremlînê hate têkbirin û Ukrayna tawanbar kir. Vê yekê jî hişt ku Kîev di rewşa şopandin û bersivdana muhtemel de be. Tevî ku Kîevê ew derewand û Washingtonê jî guman li ser daxûyaniyên Kremlînê anî ziman.

Serokê Rûsyayê yê berê Dmitry Medvedev got xwe ji serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky û alîgirên wî yên li Kîevê xelas bikin.

Medvedev bang li Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê kir ku wek bersivdana li ser êrîşê, Zelensky tesfiye bike.

Zelensky jî di civîneke çapemeniyê bi hempîşeyên xwe yên li dewletên bakûrê Ewropayê re li Helsinkiyê got wan êrîşî Pûtîn nekir û mijarê ji dadgehê re dihêle. Ew li ser xaka xwe şerê dikin, gund û bajarên xwe diparêzin.

Zelensky diyar kir ku wan êrîşî Pûtîn û Moskovê nekir û tu çekên ji bo vê yekê li gel wan tune ne. Zelensky li ser tawana Moskovê ji Kîevê re pirsî û got Rûsya tu serkeftin bi dest nexistin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken got ew nikarin rastiya tawana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê îsbat bikin ku Kîevê hewl da bi 2 balafirên bêmirov serokê Rûsyayê suîqast bikin. Lê belê got ew ê bi çavekî bigûman li daxûyaniyên Kremlînê binêrin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar