Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Meha Adarê 6 Kurd hatin îdamkirin, 2 kolber hatin qetilkirin

KMMK'ê li ser binpêkirina mafên mirovan a meha adarê ya li Rojhilatê Kurdistanê raporek aşkere kir û diyar kir ku di nava mehekê de 6 kurd hatin darvekirin, 2 kolber hatin qetilkirin

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser binpêkirina mafên mirovan a meha adarê raporek amade kir û li ser malpera xwe ya înternetê weşand. Komeleyê ragihand ku ji ber dewleta Îranê rê nade rêxistin û komên mafên mirovan bixebitin, rapor temam nîne, tenê beşek ji binpêkirinên mafên mirovan nîşan dide.
Bîlançoya ku di raporê de hate parvekirin wiha ye:
“-6 kes hatin îdamkirin û biryara darvekirin li ser 2 kesan hatiye ferzkirin.
-2 kolber ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin û herî kêm 37 kolber jî birîndar bûn.
-120 çalakvanên sivîl û siyasî ku ji wan 7 kes jin in, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin ji bajarên Şino, Ûrmiye, Kirmaşan, Mehabad, Xuremabad, Îlam, Hemedan û Loristanê bûne. Bi qasê ku hatiye zelalkirin bi giştî 47 sal cezayê girtîgehê li 16 kesan hatiye birîn.
-Di meha adarê de hejmara kesên hatine qetilkirin û xwe kuştine zêde bûye ku piraniya wan ciwan û jin bûne. Li gorî vê bi qasê hatî piştrastkirin herî kêm 14 kesan xwe kuştine yan hatine kuştin, ji vê rêjeyê 11 kesan xwe kuştiye û 3 kes jî hatine kuştin.
-Diyardeya din ya timî weke gef li ser jiyana xelkê kurd ê rojhilatê Kurdistanê ye teqîna mayinên serdema şerê Îran û Iraqê ye ku heya niha jî nehatine paqijkirin û ji ber wê salane bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin. Di meha adarê de herî kêm kesek ji ber teqîna wan mayinan jiyana xwe ji dest daye.”
Di dawiya raporê de jî KMMK bang li gelê Kurdistanê dike ku li hember binpêkirinên mafê yasayî û xwezayî ya xwe têbikoşin û her cure binpêkirinên mafan yên li hemberî wan tên kirin biweşînin û ji bo bi destxistina civakeke azad di nava têkoşînê de bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar