Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Mehmet Arslan: Mîsogeriya hebûna kurdan, yekitiya neteweyî ye

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan got ku dewleta tirk bang û pêşniyara Ocalan a ji bo çareseriyên aştiyane bi şer bersivandî ye. Arslan diyar kir ku dewleta tirk hewl dide pêşî li statûya kurdan bigire û ev yek jî faşîzm e. Arslan destnîşan kir ku di vê sedsalê de mîsogeriya hebûna kurdan, bi yekitiya wan pêkan e

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî ya gelê kurd, ji MA’yê bi Mehmet Şah Oruç re axivî.

Mehmet Arslan diyar kir ku dewleta tirk di salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan êrîşî rojavayê Kurdistanê kir û wiha domand: “Ev roj, rojekî rasthatî nîne. Ocalan ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bike çû Ewropayê. Lê hêzên komploger bi tifaqên qirêj û lîstikan hewl dan lêgerîna Ocalan a ji bo aştiyê bifetisînin. Ev nîşan dide ku tehemûla AKP’ê ji bo tu kurdan nîne û dixwaze hêviyên wan ên ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê bişikîne. Ji ber vê yekê jî 9’ê cotmeh weke roja êrîşê hilbijartin.”

‘Dewletê bi şer bersiv da Ocalan’

Arslan di berdewamê de jî gotinên Ocalan ên ji bo çareseriyê bi bîr xist û wiha got: “Birêz Ocalan dibêje ku ev pirsgirêk ne bi şer û înkarê, divê bi rêbazên çêker bê çareserkirin. Dev ji pirsgirêkên civakî, aborî û tenduristî berdane û tenê ji bo ku kurd nebin xwedî statû êrîş dikin. Ev faşîzm e û feraseta dagirkirinê ye. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê dibêje ku divê dewlet bi aqilane tevbigere. Lê dewletê bi şer bersiv da vê daxwazê. Birêz Ocalan perspektîfa çareseriyê pêşkeş kir û ji ber vê jî niha tê bêdengkirin. Pirsgirêka kurd êdî bi PKK’ê, bi birêz Ocalan an jî bi tu partiyeke siyasî nayê pênasekirin. Ger ev partiye hemû jî bên girtin, kurd dê her dem li ser vê axê bin. Tu kes nikare di vê sedsalê de 50 milyon kurdan qir bike. Kurd jî êdî mîna berê nînin û daxwaza mafên xwe yên azadî û wekheviyê dikin. Pirsgirêka kurd êdî veguheriya pirsgirêkeke cîhanê.”

Armanca AKP-MHP’ê

Bi berdewamî jî Arslan ev tişt anî ziman: “Tirkiye dibêje ‘Ez endama NATO’yê me.’ Lê gelek dewletên NATO’yê piştgiriyê didin kurdan. Temamiya cîhanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê. Dê Tirkiye herêma bi ewle ava neke û her kes vê dizane. Dê nekarin xwe ji vê tengijîna siyasî ya hundir rizgar bikin. Mixabin AKP’ê ji bo vê serî li şer da. ‘Herêma bi ewle’ ji bo pêşîlêgirtina statûya kurdan e. Vê jî dixwaze bi bermahiyên DAIŞ û El Nusrayê pêk bîne. Divê Tirkiye di zûtirin dem de dev ji vê dagirkeriyê berde û ji axa Sûriyeyê vekişe.”

Yekitiya neteweyî ya gelê kurd

Herî dawî jî Arslan bal kişand ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd û wiha derbirî: “Ji nan û avê bêhtir, pêwîstiya kurdan bi yekitiya neteweyî heye. Divê li her çar parçeyan jî kurd bîrdoziyên xwe bidin aliyekî û li gorî berjewendiyên gelê kurd tevbigerin. Heta ku em yekitiya xwe ava nekin, dê her dem li ser navê kurdan hin kesên din biryaran bidin. Hebûna kurdan hedef tê girtin û divê em rê nedin vê. Mîsogerkirina hebûna kurdan, bi yekitiya neteweyî pêkan e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar