Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê tavilê bên vekirin

Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e û divê deriyên Îmraliyê tavilê bên vekirin.

Ev du sal in Mehmet Ocalan nikare bi tu awayî Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Raya giştî ne bi riya Mehmet Ocalan ne jî bi riyeke din nikare ji Îmraliyê agahiyan bigire. Gelê kurd bi meraq li benda agahiyeke ku der barê  Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan de bê dayîn e.

Mehmet Ocalan der barê mijarê de anî ziman ku têkildarî Abdullah Ocalan hiqûq û edalet bi cih nayê anîn û destnîşan kir ku li pişt vê tecrîda giran, daxwaza dewlet û desthilatdariyê ya ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.

Mehmet Ocalan got, “Weke kesê ku herî zêde ji bo hevdîtinê çûye Îmraliyê dikarim vê bibêjim; Abdullah Ocalan 22 sal in ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li Tirkyeyê hewl dide. Lê belê dewlet jî hikumet jî vê naxwazin. Ji ber ku ji neçareseriyê sûdê werdigirin. Desthilatdariya xwe li ser vê yekê dewam dikin.”

Mehmet Ocalan di dewama axaftinê de got, “Abdullah Ocalan bi telefonê bi rengekî aşkera destnîşan kir ku eger li Tirkiyeyê hiqûqek hebe divê ji bo wî jî derbas bibe. Pirsa ‘kê tu şandî vê derê’ ji min kir. Anî ziman ku di çarçoveya hiqûqê de divê karibe parêzerên xwe bibîne û got, ‘Hûn şaşitiyê dikin, dewlet jî şaşitiyê dike’. Dema ku min qala hincetên xwe dikir, telefon ji nişka ve qut bû.”

Ku hevdîtin nekiribe ev nîşandana nerazîbûnê ye

Mehmet Ocalan anî ziman ku eger li gorî gotinan kekê wî hevdîtina bi CPT re qebûl nekiribe ev yek divê weke nerazîbûnek li hemberî polîtîkaya tecrîdê bê fêhmkirin û got, “Eger Abdullah Ocalan hevdîtin bi CPT re nekiribe ev nerazîbûn e, nerazîbûneke mafdar e. Ji ber ku ji destpêkê ve berpirsyarê sîstema taybet a li Îmraliyê Ewropa, Amerîka û hêzên derve ne.”

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin û got, “Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Eger ev pirsgirêk di sala 2023’yan de bê çareserkirin hem ji aliyê demokratîk hem jî siyasî û aborî ve pirsgirêk wê bêne çareserkirin. Eger mifteya Îmraliyê bê vekirin wê meseleya kurd bi rengekî demokratîk çareser bibe. Ev rastî hem ji bo desthilatdariya heyî hem jî ji bo muxalefetê derbas dibe, ku bixwaze bibe desthilatdar. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e û divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar