Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mehmet Ocalan: Serok niha li ku ye em pê nizanin

Mehmet Ocalan têkildarî tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê meşandin de ev tişt anî ziman: “Madem Wezareta Dadê dibêje'Ne tecrîd e' nexwe bila navekî bibînin. Serok, berê di Girtîgeha Îmraliyê de bû, lê niha li ku ye em pê nizanin. Li wir çi diqewime em nizanin. Bila wezaret bersivekê bide. Mafên hemû girtiyan hene. Em jî dixwazin sûdê ji van mafan bigirin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê li dijî tecrîda mutleq û êrîşên qirkirinê di nava berxwedaneke bêhempa de ye. Her wiha 38 meh in tu agahî ji Rêber Apo û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar nayê girtin. Wezareta Dadê, çend roj berê ji bo serlêdana ku di 7’ê kanûna 2023’yan de li Komîsyona Lêkolîna Mafan a Meclisê hatibû kirin, got ku “Tecrîd tune ye, Ocalan sûdê ji mafên xwe digire.”

Mehmet Ocalan, herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi Rêber Apo re axivîbû û hevdîtin di nîvî de qut bûbû, bertek nîşanî bersiva wezaretê da. Ocalan wiha got: “Wezaret nûnertiya dewletê dike. 38 meh in me haya me ji Serok (Ocalan) tune ye. Divê dewlet û Wezareta Dadê rastiyê bêjin. Ger ev ne tecrîd be, çi ye? Madem dibêjin ‘Ne tecrîd e’ nexwe bila navekî bibînin. Serok, berê di Girtîgeha Îmraliyê de bû, lê niha li ku ye em nizanin. Li wir çi diqewime em nizanin. Bila wezaret bersivekê bide. Mafên hemû girtiyan hene. Em jî dixwazin sûdê ji van mafan bigirin. Ev ne cihêkarî ye, mafekî heyî ye. Bi salan e em tu agahiyê nagirin. Ger ev ne tecrîd be, îja çi ye?”

Mehmet Ocalan ku got “Mafê me ye em bi rastiyê zanibin. Divê wezaret rastiyê bibêje” wiha pê de çû: “Heya ev neyê kirin wê kes ji heq, hiqûq û edaletê bawer neke. Serok, ne kesekî ji rêzê ye. Kurd, wî wkeî Rêberê xwe esas digirin. Rêveberên Komara Tirkiyeyê qbeûl dikin an nakin, ev meseleya wan e, lê kurdan bi salan e wiha qbeûl kiriye.”

Ocalan bal kişand ser çalakiyên bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka kurd re” û got ku divê her kes berteka xwe ya demokratîk bilind bike. Ocalan got: “Ger em nikaribin vê bikin, em ê dereng bimînin. Kesên dibêjin em demokrat û rewşenbîr in, divê berteka xwe nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar